Li Tahranê mirina zarokan a biguman

Hat hînbûn li Tahranê zarokek keç a temenê wê 11 salî întihar kiriye.

 
Navenda Nûçeyan – Hat îdiakirin ku li Tahranê zarokek keç a navê wê nehat zanîn a temenê wê 11 salî întihar kiriye. Xwişka wê ya 14 salî diyar kir ku xweşka wê ya biçuk di oda xwe de darvekirî hatiye dîtin û got: “Telefona min di destê min debû, piştî demekê min dît deng ji xwişka min nayê. Ez çum odê min wê darvekirî dît. Ez nizanim çima tiştek wiha çêbû.”
Piştî lêkolînê cenaze rakirin Tiba Edliyê, piştî encamên lêkolînê dê bê zanîn ka bûyer întihare yan na.