Li Tahran û Kirmanşanê kuştinên jinan

Li Tahranê dayika du zarokan Mesûme Xorbanî û li Kirmanşanê jî Arzû El-Feti Goldasteh a 35 salî ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Yek ji deverên kuştin, girtin, şidet û îşkence li ser jinan pir zêdeye Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye. Li van deran piranî jin bi bûyerên kuştin û şidetê di medyayê de tên dîtin. Dema tên qetilkirin jî navê wan weke “Merhûme” tê derbaskirin, ew bê nav û nîşan diçin. Du jinên dinê jî dê bi heman şêwazê bê nav û nîşan bên binaxkirin.
Li payîtexta Îranê Tahranê dayika du zarokan Mesûme Xorbanî ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ji ber ku Mesûme zilma hevjînê wê li tevahî malbata xwe dikir qebûlnekir hat qetilkirin. Hevjînê wê bi meqese ew kuşt û paşê bi hovane ew parçe kir. 
Li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilata Kurdistanê jî jina bi navê Arzû El-Feti Goldasteh a 35 salî ji aliyê kurê mamê xwe yê bi navê Emîr Olfetî Goldestê yê 38 salî ve hat qetilkirin. Li gorî agahiyên çavkaniyê ku nexwestiya navê xwe bide têkildarê sedemên bûyerê ev agahî dan: “Piştî ku Emîr dibihîze ku Arzû bersiv ne daye daxwaza wî ya zewacê, li bajaroka Anahîta a Kirmaşanê bi wesayîta xwe êrişî wesayîta Arzû dike û di encamê de wesayîta Arzû diqelibe. Di cihê bûyerê de Arzû demildest jiyana xwe ji dest dide û xwîşka wê ku ew jî pêre bû bi giranî birîndar dibe û ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya bajêr. Li ser vê yekê kujer Emîr tê û cenazeyê Arzû ji wesayîta qelibî derdixîne û li wir 3 fîşekan li serê wê dixe.”