Li Tahran û Karajê jin ji bo 1’ê Gulanê kom bûn

Jinan li Tahran û Karajê pankarta “Jin, jiyan, azadî” vekirin û 1’ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz kirin.

Navenda Nûçeyan- Komek jinên kedkar û aktîvîst ku bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran nêz dibe li bajarên Tahran û Karajê li hev kom bûn, ragihandin ku bi tevgera “Jin, jiyan, azadî” re di nava hevgirtinê de ne. Jinan li vir bi pêkanîna mîtîngek girseyî cudakarî, xizanî, darvekirin, îşkence û kedwariya pergala kapîtalîst a li ser pergala ekolojîk şermezar kirin.

Jinên ku dirûşmên "1'ê Gulanê li dijî cudakarî û newekheviyê yekitiya jinan û hemû kedkaran e", "1'ê Gulanê Cejna Karkeran bi tevgera 'Jin, Jiyan, Azadî' tê pîrozkirin" û "Em ê xizanî, gendelî û buhabûnê bi dawî bikin” berz kirin, daxwazên xwe anîn ziman. Jinên ku bal kişandin ser bûyerên jehrîkirinê yên li dibistanên ku zarokên keç lê perwerde dibin, diyar kirin ku ew ê ji mal heta kargehan, ji dibistanan heta kolanan li dijî zilma li jinan tên kirin bisekinin.