Li Taftanê krîza avê: Heft roj in av li ser niştecihên Şahşûrê hatiye qutkirin
Li navçeya Taftan a parêzgeha Sîstan û Belûcistanê, heft roj in ava vexwarinê ya niştecihên gundê Şahşûrê bi tevahî hatiye qutkirin. Tevî hemû bang û serlêdanan jî rayedarên herêmê li hemberî vê krîzê di nava germa havînê de bêdeng in.
Navenda Nûçeyan – Heft roj in niştecihên Şahşûrê ku li Taftan a ser bi parêzgeha Sîstan û Belûcistanê dijîn, bi qutbûna avê re rûbirû ne. Niştecih diyar dikin ku tevî gelek caran serlêdana cihên pêwendîdar kirine jî ji bo çareserkirina pirsgirêkê tu tedbîrên bi bandor nehatine girtin.
Di germahiya havînê de zehmetiyên mezin
Li gorî raporên hatine weşandin, niştecihekî Belûc diyar kir ku ew bi kêmbûna avê ya berdewam li herêmê û zehmetiyên giran di dabînkirina pêdiviyên xwe yên rojane yên bingehîn de rûbirû dimînin.
Çavkaniyên herêmî destnîşan dikin ku ev hefteyek e dabînkirina ava vexwarinê ya herêmê bi tevahî hatiye qutkirin. Berdewamiya vê rewşê, nemaze di mehên germ ên havînê de, ji bo malbat û zarokan bûye sedema zehmetiyên gelekî giran.
‘Daxwaza me ya sereke ava vexwarinê ye
Niştecihên Şahşûrê gelek caran xwestin ava vexwarinê were dabînkirin û ji rayedaran xwestin pirsgirêkê tavilê çareser bikin lê banga wan heta niha bê bersiv maye û pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Niştecihan tekez kir ku dabînkirina domdar a ava vexwarinê mafê wan ê herî bingehîn û daxwaza wan a herî girîng e.