Li Swîsreyê jin ji bo mafê xwe daketin qadan

Li Swîsreyê jin li dijî tundî û cihêkariyê daketin qadan û hişyarî dan rayedarên di polîtîkayên cihêkariyê de israr dikin.

Navenda Nûçeyan - Jinên Swîsreyî bi boneya salvegera jinên bi daxwaza mafên wekhev sala 1991'an di asta neteweyî de ketinbûn grevê rabûn serpiyan. Jinan bi dirûşma "hurmet, hîn bêhtir mûçe, hîn bêhtir mûçeyê teqawîtbûnê" ketin grevê û ji serê sibehê ve beşdarî çalakiyan bûn. Newekheviya mûçeyan a navbera jin û mêr argûmana bingehîn a grevê jî be, cihêkariya zayendî, tundî û sîstema baviksalarî ji wan mijaran bû ku jin li ber rabûn. 
Piştî çalakiyên li nava rojê, danê êvarê jî li hemû bajarên Swîsreyê bi deh hezaran jin meşiyan. Parlamenterên jin ên li ser asta neteweyî û kantonî jî tevlî meşan bûn û jinan bi hev re dirûşmên "Karê wekhev, mûçeyê wekhev", "Jin rawest e, cîhanê rawest e", "Grev, grev, grev femînîst", "Bes e ji sîstema baviksalar re", "Bedena min bedena min e", "Bes e ji civak û polîtîkayên zayendîperest re", "Bijî berxwedana jinê, berxwedan yekane çare ye" berz kirin.
Rêxistinên jinên koçber jî piştgiriyeke xurt dan grevê û meşan. Jinên Kurd jî bi rengê xwe tevlî çalakiyan bûn. Li gelek bajaran, di mîtîngan de jinên Kurd axivîn, bal kişandin ser têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û gotin, "Berxwedana jinê dibe sedema azadiyê." 
Nûnerên rêxistinên jinan ên koçber diyar kirin, ku jinên koçber hem ji ber nasnameya xwe ya jinê hem jî ji ber koçberiya xwe du caran mexdûr dibin.