Li Suweydayê rola jinan a di pêvajoya nû de hate nîqaşkirin

Platforma Defacto bi armanca pêşxistina diyalogan di nava pêkhateyên Sûriyê de û aktîvkirina rola jinan di pêvajoya nû ya Sûriyê û pêxistina wê di qada siyasî de, civînek diyalogî li darxist.

ROŞÊL CONYOR

Sûweyda – Di çarçoveya civînên ku Platforma Defacto ya diyalogî ji bo pêşxistina diyalogan di nav pêkhateyên Sûriyê de û di bin slogana “Sûriyê piştî El Esed-ber bi pêvajoyek demkî û çalak ve.. Pirsgirêk û perspektîfên diyaloga netewî û destûra bingehîn” de di 15’ê Kanûnê de civînek diyalogî li bajarê Suweydayê li dar xist. Di vê civînê de hemû pêkhateyên siyasî û sivîlan ji hemû herêmên Sûriyê û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Di civînê de du rûniştin hatin çêkirin. A yekem du bendan di nava xwe de dihewîne. Benda yekem bal dikşîne ser mekanîzmeya xebata siyasî û hevhangiya niştimanî di bin rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam HTŞ’ê de. Benda duyem jî derbarê amadekirina destûra nû û rola hêzên siyasî tê de bû.

Her wiha di rûniştina duyem de jî xala yekem bal kişand ser rola civaka sivîl û çalakvanan di pêvajoya destûrî de. Xala duyem jî li ser yekbûna netewî û ji nû ve avakirina peymanên civakî hatin nîqaş kirin.

Beşdarvanên ku di civîna diyalogî de amade bûne tekez kirin ku pêwîstî bi beşdarbûna jinan ji pêvajoya avakirina Sûriya nû re heye. Her wiha divê destûra nû bendên parastina mafê jinan di nava xwe de bigire.  

‘Me hêz ji tecrubeyên xwe girtine’

Endama Desteya Danûstandinan a Sûriyê û damezrînera Tevgera Siyasî ya Jinê Elîs Mufrêc ku ew ji aliyê forumê ve hatiye erkdarkirin ku nexşerêya piştî çûyîna Esed ji Sûriyê, têkildarî çawaniya aktîvkirina hêzên siyasî û nêzîkbûna beşdariyê li ser rêya siyasî gotûbêj bike, anî ziman ku pêwîstî bi hebûna nexşerêyek hevpar ji bo misogerkirina rola jinan heye. Elîs Mufrêc wiha got: “Ji destpêka 2011’an ve hêzên ku tevgera siyasî ya femînîst li Sûriyê avakirin e, hatin avakirin. Niha jî rola jinan e ku beşdarî qonaxên demkî bibin. Di Sûriyê de kota hene ku ev kotayên hizbî yan siyasî dê jinan ji qada siyasî dûr bixe û rola wan biçûk bike. Lê îro em xwedî enerjiyên ku bi ceribandin û çanda siyasî ya ku di nav jin û mêr de heye, hatine bihêzkirin.”

‘Meclisa Jinên Sûriyê ji jinan re sîwanek e’

Endama ofîsa Cizîrê ya Meclisa Jinên Sûriyê Mûna Yûsif jî qala xebat û armancên meclîsê kir û got: “Meclisa Jinên Sûriyê di 2017’an de hatiye avakirin. Ji bo hemû jinên Sûriyeyê cihekî ewledar e ji bo yekbûna bîr û xebatên xwe bikin da ku di Sûriyeya nû de pêş bikevin û aloziya Sûriyeyê çareser bikin. Meclisê amadekarî ji vê pêvajoya ku Sûriyê tê re derbas dibe kiriye. Ji ber vê yekê em amade ne vê pêvajoyê bi rêve bibin. Me ofîsên xwe li hemû deverên Sûriyê vekirine. Meclis sîwanek ji bo jinên Sûriyê ye. Ji aliyê platforma Defacto ve ji me re vexwendanek hate kirin ku di pêvajoya pêş de ji bo Sûriyê çareseriyan bibînin, rola jinan di Sûriya nû de wê çawa be û em çawa dikarin pirsgirêkan çareser bikin.”

 ‘Jin bi nêrîn û ramanên xwe serkeftinan bi dest bixe’

Di dawiyê de Mûna Yûsif tekez kir ku hebûna jinan di vê civînê de ji bo gihandina dengê civaka sivîl û jinan e û wiha vegot: “Hebûn û beşdarbûna me ji vê civînê re ew e ku dengê civaka sivîl ragihînin û bal bikşînin ser vê pêvajoya demkî ya Sûriyê tê re derbas dibe, bikin. Hebûna rola jinan di hemû pêvajoyên Sûriyê de gelek girîng e ji ber ew ê bi nêrîn û ramanên xwe bigihêje serkeftinan.”

‘Divê di destûra nû cihê jinan hebe’

Parêzer û çalakvana hiqûqî Menar Mwenas bal kişand ser girîngiya rola jin di pêvajoyên pêşî de û wiha axivî: “Piştî ku jinê rol û hebûna xwe di şer û pevçûnan de îsbat kir, pêwîstî heye ku rol di pêvajoyên pêşî de jî bigire. Em daxwaz dikin ku biryara navnetewî ya hejmar 1325 ku parastina jinan û beşdarbûna wê di avakirina welat de dike, pêk bê. Destûra nû wê bi hebûna jinan bi serkeve. Her wiha di destûra nû de divê pêşxistina beşdarbûna jinan bê kirin û yasayên parastina wê ji hemû cureyên tundiyê dike, hebe.”

‘Girîngî didin rola ciwanan’

Çalakvana civakî û femînîst Hîba Şiya jî dest nîşan kir ku ew girîngî didin rola ciwanan û aktîvkirina wan di civakê de û got: “Em di xebatên xwe de girîngî didin rola ciwanan di civakê de. Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinên ku rastî tundiyê tên tev digerin. Em hêvî dikin ku di Sûriya nû de deriyên nû ji jinan re bên vekirin ku di hemû qadan de cih bigirin. Lê li gel civakan hî jî metirsîn di vê pêvajoyê de hene bi taybet piştî daxuyaniyên dawî yên cîhadîstên HTŞ’ê di derbar jinan de.”