‘Li Suweydayê di tevgera gel de beşdariya jinan bal dikşîne’

Rêvebera buroya jinan ya Hesekê ya PYD’ê Azîza Hasso diyarkir ku beşdariya jinan di tevgera gel ya Suweydayê de berdewam dike balkêş e û got: “Divê jinên Suweyda bibin xwedî hêz û îradeya Sûriyeyek demokratîk înşa bikin.”

DELAL REMEZAN

Hesekê- Bajarê Suweydyêa ku li başûrê Sûriyeyê cih digre, ji 15’ê Tebaxa 2023’an heta niha xwepêşandanên gel yên demokratîk berdewam dike. Li bajarê ku piranî gelê Durzî lê jiyan dike, li qada Karama kom dibin, xirabûna rewşa aborî şermezar dikin, daxwaza wan ewe hikumeta Şamê were hilweşandin, çareseriya siyasî were pêkanîn ên ku hatine girtin werin berdan.

Rêvebera buroya jinan ya Hesekê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Azîza Hasso tevgera gel ya li Suweydayê û bejdariya jinan nirxand. Azîza Hasso diyarkir ku li Suweydayê ev 8 mehe xwepêşandanên gel berdewam dike û li bajar ev cara yekeme serhildana gel tê jiyan kirin û got: “Piştî qeyrana 13 salan ya Sûriyeyê, tevgera gel teqiyayî, encama xirabûna rewşa siyasî û aborî, belavbûna gendeliyan û pêkneanîna daxwazên gel e.”

‘Gel li dijî belavbûnê rabûn ser lingan’

Azîza Hasso destnîşan kir ku Suweydayê li dijî bê edaletî û serdestiyê serîhildaye û wiha got: “Gel li dijî Fransa û ên ku hewl didin welat belav bikin rabûne ser lingan. Bi serhildanê gel dixwaze guherîn çêbibe û bi awayên aborî û siyasî dawî li marjînalbûnê were. Her roj serhildana ku li qadan berdewam dike beşdariya jinan balê dikşîne. Yek ji encamên herî giring yê teqîna serhildana gelê Suweydayê li ser welat zêdebûna mudaxeleya biyanî ye. Gel bi taybet li dijî mudexeleya biyanî hersa xwe tîne ziman, di heman demê de dirûşmeyên ku piştgiriya sîstema Netewa Demokratîk li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê berz dikin.”

‘Ji bo jinan bûn mînak’

Azîza Hasso îşaret bi wê yekê kir ku li Suweyda jin bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ beşdarî tevgera gel dibin û got: “Serkeftina jinên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, di her astê de û destkeftiyên wan ne tenê li Sûriyeyê, li hemû cîhanê bûye mînakek ku were şopandin. Pergala Netewa Demokratîk ne pergalek cûdaxwaze, pergalek li ser rêbazên xwîşk û biratiya gelan, qedera xwe bi xwe diyar kirin e. Em piştgiriya hemû serhildanên vê daxwaz dikin, dikin. Ji ber vê li Suweydayê em piştgiriya tevgera gel ya vê dixwaze dikin. Pergala me serkeftiye. Tevî hemû êrişên dewleta Tirk û hêzên serdest em li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê sîstema azadiya jinê, wekhevî û demokrasiyê didin meşandin.”

Bang li jinan kir

Azîza Hasso bi bîrxist ku pêkanîna pergala Netewa Demokratîk ji bo kirîza Sûriyeyê çareseriya herî baş e û herî dawî ev tişt got: “Yek ji encama herî baş ya şoreşa Sûriyeyê ku di sala 2011’an de destpêkirî  sîstema Rêveberiya Xweser ku hemû yekine û mesheb têde cih digre ye. Di vê wateyê de em bang li jinên Suweydayê dikin, ji bo mafên xwe bigrin divê têkoşînê hê mezintir bikin. Divê jin xwe rêxistin bikin, ji bo mafê xwe têkoşînê mezin bikin. Divê bibin xwedî hêz û îradeya ku Sûriyeyek azad û demokratîk înşa bikin.”