Li Suweydayê darvekirina 28 sivîlên ku 12 ji wan jin bûn, hat belgekirin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hejmara miriyan li Suweydaya ku ji 13’ê Tîrmehê ve bûye hedefa êrîşan, gihîştiye hezar û 653 kesan. Darvekirina 28 sivîlên li bajêr ku 12 ji wan jin bûn, hat belgekirin.

Navenda Nûçeyan – Tevî agirbestê jî, êrîş û dorpêça li ser bajarokê Suweydayê yê Durzî berdewam dike, ku çeteyên cîhadîst ên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyê di 13ê Tîrmehê de êrîş li wir dest pê kirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hejmara kuştiyên her du aliyan a di dema êrîşên ku di 13’ê Tîrmehê de destpê kirin û heta agirbesta 20’ê Tîrmehê berdewam kirin de, gihîştiye hezar û 653 kesan.
Durzî hatin qirkirin
Navên 28 sivîlên din ku 12 ji wan jin bûn û ji aliyê endamên Wezareta Parastin û Karên Hundir a hikûmeta demkî ya Sûriyê ve hatine dardakirin, hatin belgekirin. Ev yek hejmara dardakirinên bêdadgeh ên li bajêr ji aliyê komên girêdayî HTS’ya cîhadîst ve, dighîne 429 kesan. 38 ji vana jin û 14 zarok in. Di nav vana de 20 personelên bijîşkî yên ku li Nexweşxaneya Neteweyî ya Suweydayê dixebitin û ji aliyê personelên Wezareta Parastin û Karên Hundir ve têne xebitandin hene.
Li Suweydayê, 724 kesên ku 166 ji wan sivîl bûn, hatin kuştin. 21 zarok, 56 jin û du rojnamevan di nav qurbanan de hene. 535 kes ji komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê di pevçûnên piştî wê de hatin kuştin.
Êrîşên li ser cihên olî
Li gorî agahiyan, endamên Wezaretên Parastin û Hundir ên girêdayî HTS’a cîhadîst, êrîşî cihên olî û cihên îbadetê yên li gundên derdora bajêr kirine. Li gorî şahidên herêmî, nêzîkî 30 mezargehên olî yên Durzî û herî kêm çar dêrên li gundên El-Sûrah el-Kebîra, Radîme el-Lûa, Ta'arah, û El-Duweyrah rastî êrîşê hatin û zirar dîtin. Di nîvê duyemîn ê Tîrmehê de, Mescîd el-Heram (Mizgefta Pîroz) li Suweydayê rasterast hate hedefgirtin.
Guhertina girtiyan
Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê 28 girtiyên ji Suweydayê ku di nav wan de kesên pîr û jin jî hebûn, berdan. Girtî, di encama bûyerên piştî pevçûna çekdarî ya Tîrmehê di navbera komên çekdar ên herêmî û hêzên cîhadîst de hatin girtin. Di encama van pevçûnan de qurbanî çêbûn û bi dehan kes hatin girtin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku berdan dibe ku beşek ji peymana guhertina girtiyan be û dibe ku aliyê Durzî hejmareke wisa berde. Li ser pevguhertina girtiyan, di navbera her du aliyan de car caran nîqaşên cuda hebûn.