Li Suweydayê berxwedan didome û jin mafên xwe dixwazin

Protestoyên gel li qada Karama ya bajarê Suweyda yê Sûriyeyê ket meha xwe ya duyemîn. Jinan daxwaza mafên xwe kirin û xwestin pergal were guhertin.

ROCHELLE JUNÎOR

Suweyda- Xwepêşandanên gel li parêzgeha Suweyda ya Sûriyeyê ku piranî xelkê Durzî lê dijîn, berdewam dikin. Bi sedan kesên ku li Qada Karama kom bûne di çalakiya xwe ya meha duyem de daxwazên xwe yên ‘rûxandina rejîmê’ û bicihanîna biryarên navneteweyî yên têkildarî çareseriya siyasî dubare kirin.

‘Em ji bêedaletî û biçûkxistinê re dibêjin bes e

Ji jinên ku beşdarî çalakiyên şermezarkirinê bûne Hawazen Al-Shahf da zanîn ku daxwaza mafê herî bingehîn mafê jiyanê dikin û wiha got: “Em dixwazin dengê hemû kesê bidin bihîstin. Ji ber qeyrana ku şert û mercên aborî û civakî giran dike, em ji jiyana mirovane bêpar in. Sûriye di qada çandinî, sanayî û binerdî de welatek gelek dewlemend e. Lê belê ji ber polîtîkayên aborî em bûn şahidên pêla koçberiyê. Hemû tiştên ku li Sûriyeyê diqewimin, komployeke hikumetê ye û ji bo binpêkirinên li dijî gel veşêre çi dest tê dike. Em daxwaza mafên xwe yên ku hatine dizîn dikin. Em êdî ji bêedaletî û biçûkxistinê re dibêjin bes e.”

‘Divê em têkoşîna xwe bilind bikin’

Ji xwepêşanderan Salma Al-Hawarî ji bo mafên hemû jinan banga bilindkirina têkoşînê kir û wiha got: “Îro Suweydayî pêşengiyê ji xwepêşandanên ji bo daxwaza maf û azadiya hemû civakê re dikin. Jinên Sûriyeyê, her dem ji gihandinan serkeftinê û gihandina azadiyê bêpar hatine hiştin û niha ji bo hemû mafên xwe bi dest bixin di rêzên herî pêş ên xwepêaşndanê de cih digrin. Divê em weke jin têkoşîna xwe bilind bikin.”