Li Sûweyda gel li qadane:Ji bo jiyaneke bi rûmet divê sîstem biguhere

Îman El-Nebwanî ku li parêzgeha Sûweyda ya Sûriyê beşdarî xwenîşandanên ku di hefteya 4.bûye got:“Em daxwaz dikin ku sîstem ji bo jiyaneke bi rûmet were guhertin.”

 ROCHELLE JUNİOR

Sûweyda- Li wilayeta Sûweyda ya Sûriye nifusa wan piranî ji Durziyan pêktên, çalakyên gel ên demokratîk di hefteya 4’an de berdewam dikin. Di çalakiyan de bejdariya zêde ya jinan balê dikşîne, daxwazên guherîna rêveberiya heyî û demokrasiyê derket pêş.

Gelê ku dûh li meydana Al-Karama hatin ba hev li kêleka guherîna rêveberiya sîstemê daxwazkirin ku girtiyên siyasî jî bên berdan.

‘Em jiyanek bi rûmet dixwazin’

Iman Al-Nabwani ku bejdarî çalakiyan dibe ji ajansa mere axivî û got: “Em weke jinên azad yên Cebel Al Arab em dibêjin welat ji bo hemû kesane. Em ji bo mafê xwe yê bingehîn û rewa daxwaz dikin ku jiyanek baş berdewam bikin. Hikumeta Şamê zextê li ciwanan dike, digrin û neçarî derketina ji welat dikin. Dixwazin di nava gel de tirs û xovê avabikin. Li dijî bê edaletî û zilmê em wek dayîk qêrîna me heye, hikumeta Şamê divê dawî li binpêkirin û pêkanînên xwe binin, divê çavkaniya dahata hemwelatiyan bixe ewlehiyê, em dixwazin bi awayê ku sîstema siyasî jiyanek bi rumet ava bike biguherîne.”