Li Suriyeyê zêdetirî 4 hezar sivîl ji ber nasnameya xwe ya mezhebî hatine kuştin

Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku kuştinên li ser bingeha nasnameya olî û mezhebî li welat sîstematîk bûye. Li gorî bîlançoya reş a herî dawî, di nava du salên borî de bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Tabloya hovane ya binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyeyê her ku diçe girantir dibe. Li gorî raporên fikarbar ên Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR), li gelek herêmên welat înfazên bêyî dadgehkirin û kuştinên li qadan bêrawestan berdewam dikin. SOHR aşkere dike ku ev kiryarên hovane bi taybetî li ser bingeha nasnameya mezhebî têne meşandin û her ku diçe vediguherin rûtineke tundiyê ya rojane.

Ev daneyên belgekirî nîşan didin ku şêwazên binpêkirinan ji înfazên xwecihî bigire heta kuştinên ji bo tolgirtinê û hedefgirtina li ser bingeha nasnameyê fireh bûne. Ev yek binpêkirineke aşkere ya mafê jiyanê û yasayên navneteweyî ye ku parastina sivîlan bêyî cudahî garantî dikin.

Ji sala 2024'an heta 2026'an zêdetirî 4 hezar qurbanî

Çavdêriya Sûriyeyê bal kişand ser wê yekê ku ji 8'ê Kanûna Pêşîn 2024'an û vir ve heta sala 2026'an, hejmara kesên ku di înfazên xwecihî de an jî ji ber nasnameya xwe ya mezhebî hatine kuştin, herî kêm gihîştiye 4 hezar û 171 kesan.

Di vê bîlançoyê de qurbaniyên komkujiyên li perava Sûriyeyê, bûyerên Sehnaya, Eşrefiya Sehnaya, Cermana û Suweydayê, li gel bi sedan kiryarên tolrakirinê yên salên 2025 û 2026'an cih digirin.

Ev ne tenê jimar in, çîrokên mirovan in

SOHR'ê tekez kir ku ev jimar ne tenê statîstîkên sar in, lê belê her yek ji wan çîrokeke mirovî ye ku bi windakirina jiyana kesên xwedî nav, malbat û paşeroj bi dawî bûye.

Di yekemîn salvegera bûyerên Suweydayê de, anîna ziman a van daneyan ne ji bo nûkirina êşan e, armanc tenê belgekirina rastiyê, parastina bîranîna qurbaniyane. Divê parastina sivîlan wekî lûtkeya herî sereke ya bêîstisna bimîne.

Sûcên sala 2026'an û dabeşbûna mezhebî ya qurbaniyan

Li gorî statîstîkên SOHR'ê yên ku bi nav hatine tomarkirin, di sala 2026'an de 119 kes di encama kiryarên tolhidanê û înfazên derveyî qanûnê de hatine kuştin. Ji van qurbaniyan 108 mêr, 8 jin û 3 jî zarok in.

Dabeşbûna qurbaniyan li ser bingeha nasnameya olî û mezhebî wiha ye: 88 kes ji civaka Elewî (di nav de jin û zarok hene). 8 kes ji civaka Dûrzî. 1 kes ji civaka Îsmaîlî. 6 kes ji civaka Murşidî. 3 kes ji baweriya  Xiristiyanî di nav de jinek heye. 13 kes jî Şîe ne.

Binpêkirinên berfireh di sala 2025'an de

Her wiha SOHR'ê di sala 2025'an de kuştina hezar û 201 kesan di sûcên cihêreng ên înfaz û tolhildanê de li bajarên cuda yên Sûriyeyê tomar kiriye, ku di nav wan de 23 zarok û 41 jin hene. Li gorî raporê, 623 doz rasterast girêdayî nasnameya mezhebî bûn û wiha dabeş bûn: 554 kes ji civaka Elewî. 50 kes ji civaka Şîe. 19 kes ji civaka Dûrzî.

Êrîşên HTŞ û bûyerên herêmî

Di êrîşên ku ji aliyê komên çekdar ên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve di 6'ê Adara 2025'an de li ser bajarên peravê hatin kirin de, hejmara qurbaniyên ku navên wan hatine piştrastkirin gihîşt hezar û 683 sivîlî. Ev sivîl di encama înfazên komî de hatin qetilkirin ku di nav de 63 komkujî li herêmên peravê û çiyayî yên Sûriyeyê hatine tomarkirin.

Ji aliyekî din ve, di bûyerên herêmên Sehnaya, Eşrefiya Sehnaya û Cermana de di gulana 2025'an de 18 sivîl hatin kuştin 14 kes li Eşrefiya Sehnaya bi awayekî xwecihî hatin înfazkirin. 3 sivîl (di nav de zarokek) ji ber topbaran û pevçûnan jiyana xwe ji dest dan. Sivîlekî Dûrzî jî ji ber ketina topa hawanê li gundê Resas ê li gundewarê Suweydayê jiyana xwe ji dest da.

Rewşa Suweydayê û dawiya sala 2024'an

Li parêzgeha Suweydayê di sala 2026'an de bûyerên bixwîn qewimîn ku di encamê de 990 kes hatin kuştin. Ku 162 sivîl (di nav de 21 zarok û 51 jin hene; termên 5 ji van jinan di nexweşxaneya Al-Mujtahid de hatin dîtin). 12 sivîlên ne ji civaka Dûrzî (di nav de 6 jin) hene.

Li gorî raporê, di navbera 8'ê Kanûna Pêşîn û heta dawiya sala 2024'an de jî 160 kes hatine kuştin di nav de 159 mêr û jinek. Ji van bûyeran 106 doz rasterast bi nasnameya mezhebî ve girêdayî bûn.

Ev daneyên hovane nîşan didin ku kuştinên derveyî yasayê, înfazên xwecihî û sûcên li ser bingeha mezhebî ne bûyerên wiha asayî ne, lê belê sîstemeke dubare ya binpêkirinan e ku sivîlan li herêmên cuda yên Sûriyeyê dike hedef û bandoreke kûr a civakî û mirovî li pey xwe dihêle.