Li Sûriyeyê şerê du xetan: An ‘Jin Jiyan Azadî’ yan jî şîdeta ‘Mêr dewletê’ – ANALÎZ

Dijminahiya Tirkiyeyê û ya çeteyan li dijî jinan, şerê du xetan ê li Sûriyeyê nîşan dide. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ji bo sedsala 21’ê dibeje; “An sosyalîzm an hovîtî.” Em vê yekê dikarin bi navê “An Jin Jiyan Azadî yan şîdeta dewletê” şîrove bikin.

ZÎLAN KOÇGIRΠ

Hêzên hegemon di senaryoyên li ser rêveçûna şerê cîhanê yê sêyemîn ê navenda wê Rojhilata Navîn e, di 27’ê Mijdarê de planeke nû li Sûriyeyê xistin meriyetê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, ji mehên havînê ve, çeteyên ku li Idlib û Rehyanliyê girtin kampên perwerdeyê, bi versiyona nû ‘perwerde bike amade bike’ hatin perwerdekirin û li Sûriyeyê berdan qadan.

Van bûyerên ku di rojên dawî yên sala 2024’an de bi lezeke ku hişê mirovan dibe qewimîn, nîşan didin ku dê sala 2025’an çawa derbas bibe. Bêguman di vê plana nû de her hêza hegemon xwedî planek e. Li dijî van planan gelo hêzên li Sûriye û Rojhilata Navîn ên bikaribin gelan, jinan, çandan, xweza û pêşerojê biparêzin di çi rewşê de ne? Em ê dûre bersiva vê pirsê bidin lê niha em li xeyalên hegemonên ku ne tenê axa me, hewl didin ser û dilê me jî dagir bikin binêrin.

Ev şerê kê ye?

Gelo kî aqil dide û vê artêşa mêran, a ku em jin wan baş nas dikin û wan bera qadê dide û çi dixwazin? Dewletên hegemon ên baviksalar ku her kes îro navê wan dizane û dibêje, sed sal piştî şerê cîhanê yê yekemîn, careke din hewl didin Rojhilata Navîn li hev parve bikin. Destpêka vî şerê di sala 2011’an de Sûriyeyê bi şerê navxweyî dest pê kir. Bi şerên wekaletê yên ku hêzên paramîlîter bera qadê dan, asta pevçûn û awayên şer jî guherîn.

Her ku têk çûn nav û kincên xwe guherandin

Ji roja ku şer dest pê kiriye ve heta niha, sûcên DAIŞ’a ku ji aliyê dewletên emperyalîst ve hatiye amadekirin û bera herêmê dane, li pêş çavên hemû cîhanê hatin kirin. Berdewamiya El Qaîdeyê, El Nusra û dewama wê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û DAIŞ; piştî ku ji aliyê YPJ/YPG’ê ve hatin têkbirin, bermahiyên DAIŞ’ê û HTŞ’ê xwe spartin Tirkiyeya ku hevkarê wan e û bi komên çete yên xwedî heman zihniyetê re bûn yek. Her ku têk çûn, nav û kincên xwe guherandin. Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) ku bi Tirkiyeyê ve girêdayî ye û ji aliyê hêzên hegemon ve hat ‘perwerdekirin, amadekirin’ û bera herêmê hat dayîn û bi navê xwe yê din Artêşa Milî ya Sûriyeyê (SMO), nêzî sê komên çete di nava xwe de dihewîne.

Li ser bedena jinan şer dimeşînin

Van komên çete, ketin ku derê li ser bedena jinan şer meşandin û hewl dan dagir bikin. Li welatê ku hê jî şer lê didome, ne pêkan e ku bi daneyan sûcên li dijî jinan tên kirin werin ragihandin. Neteweyên Yekbûyî di raporeke ku di sala 2018’an de weşandibû de diyar kiribû ku; di şerê li welat de bi hezaran jin û zarok bi tecawizê re rûbirû hatine. Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê Îngilistan e, bi raporek eşkere kir ku ji Adara 2018’an ve 106 hezar ji wan sivîl, 353 hezar û 900 kesan jiyana xwe ji dest dane. 56 hezar û 900 kesên ku winda bûne û tê texmînkirin mirine di nava vê hejmarê de nîn in.

Li gorî saziyê, mirina 100 kesan nehatiye belgekirin. Tê texmînkirin ku ji sedî 40 kesên mirine jin û zarok in. Nîvê penaberên Sûriyeyê jî jin in. Tê zanîn ku jinên penaber li welatên Tirkiye, Lubnan û Urdunê neçarî fihûşê tên kirin û beramberî pere ji bo zewacê tên firotin.

Ew bûn qasidên mirinê jin bûn parêzvanên jiyanê

Wan çeteyên ku li her bajar, navçe, bajarok û gundên ku ketinê, li dû xwe serê jêkirî yên mirovan, jinên ku weke xenîmet tên dîtin, bi tecawizê re rûbirû hatine, xwezaya talankirî, malên ku her tiştê wan hatine dizîn hiştin û tu kesê ‘ji wan re negot bisekinin.’ Tenê hêzên Kurd bi wan re şer kirin û pêşî li wan girtin. Ev helwesta hemû gelan û jinan bû li dijî wan çeteyan. Bi hêza ramanî û çalak a paradîgmaya azadiya jinan, ekolojîk û demokratîk a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, bi çanda berxwedêr a 40 salan a PKK’ê, bi xwedîbûna ji xeta 30 salan a tevgera azadiya jinan; Kurd li dijî van hêzan amade bûn. Di heman demê de di her eniya ku şer dikirin de bi destkeftiyên xwe, mizgînî dan ku Rojhilata Navîn neçarî wan hêzên tarî nîn e.

Çete û hevalên xwe çûn ku derê qetliaman kirin, jinên azad jî çûn ku derê, bi xwe re mizgîniya jiyan û azadiyê birin. Felsefeya jiyanê ya ku bi Şoreşa Rojava hat tacîdarkirin û bi navê Şoreşa Jinan a Rojava hat pênasekirin; pêl bi pêl mezin bû, ji nûnertiya wekhev, heta hevserokatiyê, ji xweparastin heta beşdariya hêza xweser, ji bo jinên cîhanê bûn model.

Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de gelê Rojavayê Kurdistanê, ne hêzên derve ne jî rejîma antî demokratîk a Sûriyeyê hilbijart. Li ser paradîgmaya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a “Xweseriya demokratîk” û “Neteweya demokratîk”, riya sêyemîn hilbijart, di sala 2012’an de dest bi Şoreşa Rojava kir. Gav bi gav hêzên rejîma Sûriyeyê ji bajarên xwe derxist, kantonên ku reveberiya wan dikir îlan kir. Pergalên xweparastinê û xwerêveberiyê ava kir. Hêza xweparastinê ya ku jinan ava kir Hêzên Parastina Jinan (YPJ) jî di wê pêvajoyê de, roja 4’ê Nîsana 2013’an avakirina xwe îlan kir. Şoreşa Rojava di Rojhilata Navîn de bû modeleke alternatîf û her dem xwe bi pêş xist. Bi wê berxwedanê re bi zanîna nûnertiya wekhev û xweparastinê, Rojava bû mînaka jiyana bi hev re û hemû cîhan lê xwedî derket. Li ser gelan û jinan bandoreke mezin çêkir. Perperîka azad a ji Rojava firiya, li Rojhilat bi formula bi esfûn a ‘Jin Jiyan Azadî’ mohra xwe li sedsala 21’ê da, bû sedem ku ev dirûşm gerdûnî bibe. Vê efsûnê, di xeta azadiya jinan de bû xwedî wate û nîşan da ku dê sedsala 21’ê bibe sedsala jinan. Ji Endonezyayê heta Hindistanê, ji Kenyayê heta Katalonyayê, Abya Lala (Emerîkaya Latîn) ji bo gelan bû rêbaz û dirûşma têkoşîna gelan a li dijî mêtingeriyê.

Li dijî modela Rojava ‘îxrackirina çeteyan’

Li dijî modela Rojava ya ku li Rojhilata Navîn bûye xetek; bîrdoziya olperest, netewperest, zayendperest a modernîteya kapîtalîst xistin dewrê. Dewleta Tirk a ku bi dilxwazî nûnertiya vê bîrdoziyê kir, ji bo ku polîtîkayên îslama siyasî û netewperest, faşîzan li Sûriyeyê bixe meriyetê hem ji hundir hem ji derve çeteyan xist dewrê. Ev yek tenê li nava Sûriyeyê bi sînor nema, li Lîbya, Sûdan, Somalî û gelek derên cîhanê çeteyan îxrac kir. Armanca wê ew bû ku polîtîkayên xwe yên ku tenê dijminahiya jinan û gelan dikin, li cîhanê belav bike. Ji ber ku mijara me nîn e zêde nakevimê lê kesên ku meraq bikin dikarin lêkolîn bikin li kîjan derên Efrîqayê, çeteyên dewleta Tirk hatine bicihkirin û sûcên çawa li dijî gelan dikin. Her kes dizane ku yek ji fînansor û piştgirê herî mezin ê şerê navxweyî yê Sûriyeyê dewleta Tirk e. Têkiliyên petrol û aborî yên eşkere bûne, bîrdozî û têkiliya bi çeteyan re, di gelek belgeyên saziyên navneteweyî de hene.

El Nusraya ku ji aliyê YPJ’ê ve hat têkbirin bi navê HTŞ’ê vegeriya

Di van rojan de bi dagirkirina Helebê re pêvajoya ku dest pê kiriye, dewletên Ewropayê jî tê de, gelek aliyan HTŞ’ê ya ku navê niha yê El Qaîde û El Nusrayê ye, weke namzediya ‘nerm’ a rêveberiya Sûriyeyê didît. Êrişên vê rêxistina ku care yekem ji Serêkaniyê li dijî Rojava dest pê kirin, ji aliyê hêzên xweparastinê yên ku YPJ jî di nav de bû hatibû têkbirin. Bi alîkariya dewletên emperyalîst û hêzên hegemon ên herêmî, DAIŞ’a ku derket holê û bera Sûriyeyê dan, di Cotmeha 2014’an de dema ku êrişên yek ji kantonên ya Rojava Kobanê kir jî YPJ’ê bi awayê rêxistinkirî weke hêza xweparastinê, di şerê li Kobanê de cih girt. Dema ku Kobanê hat rizgarkirin, ala ku yekemîn hat danîn ya YPJ’ê bû. YPJ’ê ya ku bi hezaran jinan ji bo hêza xweparastinê di nava xwe de dihewîne, li Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê li dijî DAIŞ’ê şer kir û roleke mezin di rizgarkirina wan bajaran de lîst.

Li Efrînê xeta azadiya jinan hat hedefgirtin

Dewleta Tirk bi erêkirina dewletên hegemon, di 20’ê Çileya 2018’an de êrişê kantona Efrînê kir. Têkiliya dewleta Tirk a bi hêzên paramîlîter ên ku li Sûriyeyê bi wan şer dida kirin, bi êrişa li ser Efrînê re eşkere bû. Di êrişan de nêzî 25 komên çete yên DAIŞ’î jî di navbera wan de bûn, bi navê Artêşa Azad a Sûriyeyê cih girtin. Hemû cîhanê li vê êrişa dewletê ya hovane ku li dijî bajarekî biçûk kir, temaşe kir. Efrîn di 18’ê Adarê de, ji aliyê dewleta Tirk û komên çete ve hat dagirkirin. Weke her derê li Efrînê jî hedefa dagirkeran jin bûn. Dîmenên îşkenceya ku li cenazeyê şervana YPJ’ê Barîn Kobanê hat kirin, ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ve hatin belavkirin û ji wan dîmenan diyar bû ku hêrs û kîna dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî li dijî jinan çiqas mezin e. Li Efrînê gelek zarokên keç ên hejmara wan nayê zanîn hatin revandin. Jin hatin tecawizkirin. Bûyerên li dijî jinan her roja ku çû zêdetir bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, diyar kir ku ji sedî 30 êrişên li bajar li dijî jinan tên kirin û ragihand ku gelek ji wan zarokên keç in. Di raporê tê diyarkirin ku 500 jin bi awayên cuda hatine qetilkirin, 60 jin bi êrişa zayendî re rûbirû hatine. Li gorî raporê; aqubeta bi hezaran jinên ku ji aliyê ‘polîsên leşkeriyê’ yên girêdayî dewleta Tirk ve hatine revandin nayê zanîn, hinek ji wan jinan jî beramberî fîdyeyê serbest hatine berdan. Bajar piştî ku hat dagirkirin, 500 hezar kes ku nîvê wan jin bûn, ji ber ku dizanibûn çete çendî hov in, bajar terikandin, li kampên Şehba-Til Rifetê jiyana xwe domandin. Bi taybetî endamên çeteya Sultan Murat li bajar li dijî jinên Kurd gelek kiryarên hovane kirin û ev yek ketin raporên mafên mirovan ên navneteweyî. Li bajarê ku demografiya wê hat guherandin, bê jin û Kurd ma, bi hezaran jin bi tecawizê re rûbirû hatin, bêyî destûra mêran jin nikarin derbikevin derve û dosyaya sûc a çeteyan her diçe zêdetir dibe.

Kujerên Hevrîn Xelef li Helebê ne

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de, dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê DAIŞ jî tê de Artêşa Milî ya Sûriyeyê, li dijî bajarên Rojava Serêkaniyê û Girê Spî dest bi êrişên dagirkeriyê kir. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayê wê li dijî bi sedan jinan sûcên şer kirin. Çend ji wan em bînin bîra xwe. Hedefa destpêkê ya dagirkeran dîsa jin bûn. Di 12’ê Cotmehê de Hevseroka Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef li ser riya M4 ji wesayîdê hat peyakirin û qetilkirin. Çeteyan sûcê xwe li ser hesabên medyaya dîjîtal weşandin. Di raporên NY dê hat diyarkirin ku Hevrîn Xelef ji aliyê koma çete Ahrar Şarkiye ve hatiye qetilkirin. Vê koma çeta ya girêdayî dewleta Tirk, îro tevli şerê li Helebê bûye.

Li cenazeyê şervana YPJ’ê Amara Rênas di 26’ê Cotmehê de komên çete yên girêdayî dewleta Tirk îşkence kirin û kişandin kamerayê. Komên ku îşkenceyê qeyd kirin, li ser hesabê medyaya dîjîtal parve kirin. Li gorî daneyên ku ketine destên Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê; ji gundên Girê Spî gelek jin hatin revandin. Her wiha li bajar bi zarê çarşeva reş li jinan kirin. Li Serêkaniyê ya ku beriya were dagirkirin gel bi hev re dijiyan, li gorî raporên rexistinên mafên mirovan; di navbera salên 2019-2022’yan de 5 Çeçen, 50 ereb, 120 jinên Kurd ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hatin revandin.

Kesên ku bi guran re dixwin bi şivan re digirîn

Li Sûriyeya ku li ser jiyana mirovan bazarî tên kirin, hêzên li Sûriyeyê bîlançoya şerê ku bûne sedem, di bin navê mafên mirovan de dem bi dem diweşînin. Heman hêz bi gotina pêşiyan ‘Bi gur re berxê dixwin, bi şivan re digrîn’ bi dirûtî raporên ku diweşînin diyar dibe ku vê erdnîgariyê çawa veguheriye dojehê. Serokê Komîsyona Lêkolînên Sûriyeyê yê NY Paulo Serêgio Pinheiro, di hevpeyvîneke ku di sala 2023’yan de dabû de îtiraf kiribû ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê çawa herêmên Kurdan hedef girtine û wiha gotibû: “Li Efrîn, Serêkaniyê û derdora wê, Artêşa Milî ya Sûriyeyê ya girêdayî dewleta Tirk, mirovan rehîn digre, zulmê dike, sûcên şer ên weke îşkence û tecawizê li dijî mirovan dike. Di êrişên ji hewa û bejahî de gelek mirov hatin qetilkirin. Zêdetir li herêmên Kurdan, talankirin, destdanîna ser malên gel, koçberkirina mirovan bi awayekî bênavber didome. Hemû civakên li van deran û çandên heyî di bin êrişan de ne. Qadên mîrate yên UNESCO’yê bi bûldozeran hatin wêrankirin û talankirin.”

Nikarin li vê erdnîgariyê wisa bi hêsanê hespê xwe bibezînin

Divê mirov vê bibêje ku van daneyên kronolojîk ku me li jorê da, tenê tiştên ku xuya kirine ne. Van daneyan nîşan didin ku îro li Sûriyeyê kî li dijî kê şer dikin. Tevî hemû hewldanên dagirkirinê, koçberkirin, guherîna demokrafiyê, tecawiz, qetilkirin, mehkûmkirina jinan; Şoreşa Rojava li ser piyan ma. Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, îsbat kir ku sê hebûnên li Rojhilata Navîn mêr-dewlet-şîdet çarenûs nîn in. Weke perçeyek ji vê xeta berxwedanê, bêguman têkoşîna ku li çiyayên Kurdistanê didome, têkiliya wê bi xeta gel û xeta parastina jinan re mezin e. Dewleta Tirk û hêzên li pişt wî, fam kirin ku di serî de Kurdistan, nikarin li vê erdnîgariyê wisa bi hêsanî hespên xwe bibezîninin.

7’ê Cotmehe û meşrûkirina şîdetê

Tam di vê xalê de, hemû hêzên faşîzan mêr-dewletê, bi aqilê mêrê desthilatdar, bi bêsînoriya şîdetê re, di şerekî nû yê ji bo parvekirinê de ketinê dorê. Bi destên nobedarê hegemonyayê yê li Rojhilata Navîn, dewleta Tirk, hewl didin careke din vê erdnîgariyê di nava şîdetê de bihêlin. Di rastiyê de fitîla vê pêvajoyê di 7’ê Cotmehê de bi şerê Hemas-Îsraîlê re hat vêxistin û êdî binpêkirina rûmeta mirovahiyê, şîdeta bêsînor zêdetir meşrû bû. Bi kurtasî desthilatdar di vî şerî de bi piştgiriya sergirtî ya ku didin hev, bi gotinên ‘hûn çi bi gelan û jinan bikin jî kes tiştek bi we nake’ li hev kirin. Tê dîtin ku aliyekî din ê vê lihevkirinê, mezinkirina mêraniyê ye. Hêzên pergalê bi şerên wekaletê yên ku hem rasterast di nav de bûn, hem jî bi navbeynkariya hêzên çeteyan dimeşandin re, hewl didin bi şîdeta ku tu pîvanan nas nedikir re, li dijî mirovahiyê, mêrîtiya ji hemû nirxan bêpar mezin bikin.

Jin cîgera wan çeteyên ‘bi îmaj’ dizanin

 Divê mirov bêyî ku şaşewaz bibe şerê ku 26’ê Mijdarê de piştî destpêkirina êrişa li dijî Helebê û dûre dagirkirina Hema û Humusê û îro jî şerê ku gihîştiye ber deriyê Şamê, fam bike. Hêzên hegemon, bi destên xwe, HTŞ’Ê ya ku îmajeke nû danê û SMO’yê ji nû ve bera herêmê dan. Li erdnîgariya ku veguherandine dojehê, hewl didin Şoreşa Rojava ya bi keda jinan mezin bûye tune bikin. Gotinek heye dibêje; “Di şeran de beriya her tiştî rastî dibin hedef.” Van rojan jî di nava xwelî û qiyametê de, li ser nexşeriyan peşbaziya girtina axê heye. Li ser wan nexşeriyan, di ekranan de, bi darikên di destan de, cihên ku behsa wan tê kirin û ji bo girtina wan talîmat tên dayîn hene. Rewşa bi milyonan kesên ku li wan deran dijîn, rewşa jinan xema tu kesê nîn e. Ji derveyê cihê ku divê werin bidestxistin, xenîmeta ku divê bikeve dest, weke bîr û nexweşiya herî kevin a li van axan, îştahê zêde dike. Ji dema ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kiriye ve heta niha, vê tabloya ku em baş dizanin, keriyên mêrên ku rûyê wan hinek hatiye jêkirin, îmaja wan hatiye guhrandin, ji nû ve bera herêmê hatine dayîn. Lê her çendî îmaja wan were guherandin jî hemû kesên li vê erdnîgariyê dijîn, bi taybetî jin, ‘cîgera’ vê keriya mêran baş dizanin. Bi tecrubeyên ku dîtine zihniyeta wan a ku bi dijminahiya jinan xwe dide der nas dikin.

Paşeroj û pêşeroj bi niha re pev diçin

Li Sûriye û cîhanê, divê di şerê cîhanê yê sêyemîn ê ku didome de ji analîzkirina siyasî ya şer, tê dîtin ku li gel aborî û berjewendiyan, hedefa sereke di navbera du felsefeyên jiyanê de ye.Tabloya di sala 2011’an de çi be, careke din hewl tê dayîn vegere serî û pêşketin nîşan didin ku li herêmê ji bo gelan û jinan ji derveyî Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, Quwetên Sûriyeya Demokratîk û YPJ’ê tu hêzeke din xuya nake. Em dikarin vê yekê weke zindîbûna rehê berxwedanê yê dîroka hezaran salan binirxînin. Bîra civakî ya paşerojê û hedefên ji bo pêşerojê di ‘niha’ de bi hev re di nava pevçûneke mezin de ne. Lewre vê erdnîgariyê, cihê ku çanda çandinî ya jinan a li Til Xelefê û çanda mêran a li El Ubeydê beriya hezaran salan bi hev re pevçûne ne.

 Li vê erdnîgariya ku bûye mekanê civaka wekhevîxwaz jî desthilatdariyên koledar jî tiştên ku îro diqewimin, bi famkirina baş a duh dikare ji bo sibê ber bi aliyê erênî ve biçe.

‘An hovîtî yan sosyalîzm’

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dibêje; “Di sedsala 21’ê an dê hovîtî bi ser bikeve yan jî sosyalîzm.” Em dikarin ve di wateya ‘Ya Jin Jiyan Azadî ya şîdeta mêr dewletê’ şîrove bikin. Di şerên hegemonyayê de her dem tişta sereke, desthilatdarî û sermayeya ku xwe dispêre zihniyeta desthilatdar a mêr e. Li gorî vê zihniyetê, pere û desthilatdarî, kirdeya sereke ya zanîna mirov, gotin û her awayê îradeya mirov temsîl dike. Komên ku ji derveyî desthilatdariyê dimînin, jin û mêr jî, weke objeyên ku bi her awayî dikarin nirxandin in. Koçberkirina bi milyonan mirovan ji cih û warên wan, veqetandina ji civakîbûn û çanda wan, bi şikandina hêviyên wan belavbûna li çar aliyên cîhanê, li ser esasê konseptek tê pêkanîn. Kes û civakên ku bawerî, hêvî û manewiyata wan tune bûbe, ji her awayê xirabiyê re vekirî ne. Îro şerê li Sûriyeyê diqewime nîşanî me dide ku bi trajediyên tên jiyîn, hewl tê dayîn civakîbûn were belavkirin, paşeroja dîrokî winda bibe. Bi vî şerî dixwazin bi hêrs û bêçaretiyê mirovan veguherînin dijberê xwe û civakîbûn were belavkirin.

Bi zanîna ku her dem kesên li ber xwe didin dîrokê dinivîsînin, ji niha ve diyar e ku derketina ji vê krîzê, bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinan pêkan e û ji niha ve nîşaneyên vê xuya dikin.