Li Sûriyeyê nan xeyalek hatiye taloqkirin e
Ev der welatekî ku bi rojê destnimêj digirt bû lê belê niha nan xeyalek hatiye taloqkirin e, av jî li malên ku xwê dixwin bangek bêxwedî bû.

ANAHÎT KASABIYAN*
Beriya mûçe bên dizîn, dewlet hat dizîn. Deriyê welat ne ji bo yên dişibin me û ne jî ji bo yên rêzê li xak û namûsê digrin vebû. Gotin ‘Bismîla’ ketinê lê belê di ser şehîdan re derbas bûn, embar vala kirin, li ser dîwarên malên me nivîsên ‘Êdî ev der a me ye’ nivîsîn.
‘Kesî ji me nepirsî û kesî lêborîn nexwest’
Li peravê jinên ku kesî li ser wan nenvîsî hebûn. Ji ber ku ew neqîriyan, êşên xwe di hundirê xwe de veşartin riyên xwe domandin. Van jinan di şerekî ku bi xwe ne hilbijartine de zarokên xwe winda kirin. Dema vedigeriyan malê di destên wan de ne destên zarokên wan, tenê wêneyên wan hebû.
Li herêmên peravê ku qaşo dewlet lê serdest e, jin ji her demê zêdetir tazî man. Dewletê ew terkî xizanî, şîn, îstîxbaratê û daxwazên bêwate kirin. Jina ku di çeperek nizane de kurê xwe oxir dike, dema vegeriya neçar ma di rêza bêşîr de li bendê bimîne. Di dilê xwe de sê çeper hilgirt, çepera malê, çepera gorê û çepera bi êş a jiyana rojane.
Jina Durzî li çiyayê Ereb (Cebel El-Arab) ne tenê dayîkek, ji çekê bihêztir bû. Dema xeterî nêz dibû ya ku derî vedikir ew bû. Li hemberî yên ku dixwestin rûmetê bikin bazar diqîriya jî ew bû. Dema kêliya krîtîk hat, li benda daxuyaniya tu rêberan nema. Li ser lingan ma, bedena xwe kir mertal. Welat û namûsa xwe parast. Piştre bi bêdengî bi awayê bi kêrî bilindahiyê were şehîd bû.
Li çiya jin bi kefî yan jî bi cilek nayên nasîn. Jin dîrokek e. Rûmet e, parêzbend e. Êşeke ku di bultenên nûçeyan de cih nedîtiye. Jinên çiya hatin revandin lê belê weke bayê careke din vegeriyan. Jinek dema parastina mala xwe dikir hat qetilkirin, bû sembolek li kevir hat dayîn.
Dema ku deriyê welat ji komên cîhadîst re hat vekirin, dinya ket bêdengiya şermê. Mal hatin talankirin, zarokên keç hatin revadin, baxçe hatin talankirin û jin li beramberî hilweşîna ehlaqî hatin halê mertalan.
Li aliyekî rejîmek ku gel dixeniqîne, li aliyê din jî komên bi çek ên agir berdidin... Rastî winda bû, lê belê nemir. Jinên Sûriyeyî nebûn mexdûr. Li dijî birçîbûn, tunebûn û ¨bêrûmetkirinê bûn dîwar. Dema zarokên wan birçî man, bûn nan. Dema mêr nebûn, bûn mertal. Bûn şopa bîrek ku neyê parastin.
Erê mûçe hatin birîn. Lê belê bi rastî ya hatiye qutkirin hesta baweriyê bû. Xak hat dizîn lê belê jixwe ya hat dizîn dîrok e. Rûmet hat qirêjkirin lê belê tiştê ku tu deman nehat hilweşandin, li beramberî dar û agir henaseya jinan a dihat lêdan bû.
Ne yên bêdeng man, em ê efû bikin, ne jî yên hevkar. Lê belê yên li ber xwe dan jî em qet ji bîr nakin, an bi rondikan an jî bi çekek zingargirtî em ê navê berxwedanê bin.
Ji ber ku hubra yên rizgar bûne, hişk nabe...
Ji ber jin dema biryar didin rabin ser piyan, şikestinê nas nakin.
*Koordînatora Yekitiya Jinên Ermen