Li Sûriyeyê jin û zarok jî di nav de 23 gorên komî hatin dîtin

SOHR’ê, ragihand ku ji destpêka salê û vir ve li herêmên cuda yên welat 23 gorên komî hatine dîtin. Di goran de jin û zarok jî di nav de hestiyên 203 kesan hatin dîtin.

Navenda Nûçeyan – Di demên dawî de li herêmên cuda yên Sûriyeyê dîtina gorên komî zêde bûye bi vê re dosyaya kesên winda û girtî yên aqûbeta wan nediyar, ji nû ve ket rojevê.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku ji destpêka sala 2026’an ve heta dawiya meha Tebaxê, li deverên cuda yên welat 23 gorên komî hatine dîtin û ji wan goran hestiyên 203 kesan hatine derxistin û di nav wan an de jin û zarok jî hene.

Her çendî piraniya gorên komî li Heleb, gundewarên Şamê, Dêrazor û Humsê hatin tesbîtkirin jî gelek bûyerên din li Şam, Deraa, Hesekê, Hema û Reqayê hatine tomarkirin.

Heta dawiya meha Tebaxê, gora ku herî zêde kes tê de bûn li Helebê hat vekirin û hestiyên 70 kesan jê hatin derxistin. Li gundewarên Şamê jî hestiyên 41 kesan hatin dîtin. Di meha Gulanê de jî bi 5 gorên komî yên 97 kes tê de bûn re gora ku herî zêde kes tê de bûn hat tomarkirin.

SOHR’ê, diyar kir ku doza gorên komî û windakirinan di aliyê mirovî, hiqûqî û edlî de gelek girîng e û xwest hemû cihên hatine keşifkirin werin belgekirin. Her wiha hat xwestin berpirsiyar hesab bidin û mafên kesên mirine û malbatên wan ê fêrbûna rastiyê û gihîştina edaletê, bikeve bin temînatê.