Li Sûriyeyê di 9 mehan de 2 zarok û 9 jin hatin revandin

Navenda Belgekirina Binpêkirinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rapora xwe ya têkildarî "bûyerên revandinê yên li Sûriyeyê” weşand. Li gorî raporê; 2 jê zarok û 9 jê jin bi giştî 190 kes hatin revandin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî "bûyerên revandinê yên li Sûriyeyê" ya ji destpêka sala 2025’an vir ve, raporek weşand. Di raporê de, hate diyar kirin ku li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê de û li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê û komên girêdayî wî de,  ku  bûyerên revandin û girtinên keyfî zêdebûne.

190 kes hatin revandin

Di raporê de, hate diyar kirin ku ji destpêka sala 2025’an û vir ve 2 jê zarok, 9 jê jin û 56 jê nexweş herî kêm 190 welatiyên Kurd hatine revandin. Hate diyar kirin ku 31 nexweşan hatine reavndin, hewceyê lênêrîna bijîşkî ya lezgîn in.

Ji destpêka meha Îlonê û vir ve jî, bi taybetî li Efrîn, Heleb û Şamê 14 kes ji bajarên herêmî hate revandin û hate bibîrxistin ku bûyerên revandinê di serdegirtina malan û kontrolkirinên rêyan de pêkhatiye.

Binpêkirin herî zêde li Efrînê pêkhatin

Di raporê de, hate destnîşankirin ku herî zêde di êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê ya di sala 2018’an de binpêkirin pêkhatine û hate diyar kirin ji ber ku malbatan ji ber sedemên ewlehiyê naxwazin navên zarokên xwe eşkere bikin, hejmara rasteqîn nayeê eşkere kirin.

Navendê, bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku dawî li van pêkanînan bînin.