Li Sûriyeyê di 24 demjimêran de 139 kes mirin
Di 24 demjimêrên borî de herî kêm 139 kes li Sûriyeyê li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de, di bûyerên weke gulebarankirin, teqîna mayinan û gulebarana bêserûber de hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan – Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan ragihand ku 132 kes li herêmên cuda ên Sûriyeyê bi guleyan hatine qetilkirin, 72 ji wan li bajarê Tertûs û gundewarê wê û 60 li bajarê Laziqiyê û gundewarê wê, di nav wan de sê jin û zarokek jî hene.
Li gundewarê rojhilatê Hemayê, kesek dema pez diçêrand ji ber teqîna mayînên ku ji şer mane jiyana xwe ji dest da û zarokek jî li bajarokê El bilaliye li nêzîkî bajarê Dûmayê hat kuştin.
Li ber mizgeftekê li taxa El Zubêdiyê ya Helebê du kes ji aliyê du çekdarên bi motorsîklêtê ve hatin gulebarankirin û hatin kuştin.
Di pîrozbahiyên ji ber lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Şamê de ji ber guleyên bêserûber, 3 zarok li Hema, Idlib û Dêrezorê hatin kuştin.