Li Sûriyeyê di 15 rojan de 9 jin hatine revandin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Sûriyeyê di 15 rojên dawîn de herî kêm 9 jin hatine revandin.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di navbera 1-15’ê Sibata 2025'an de herî kêm 9 jin li deverên cûda yên Sûriyeyê hatine revandin.

SOHR’ê der barê mijarê de ev agahî parve kirin:

1’ê Sibatê jineke ciwan dema ji gundewarê Ceblê yê Laziqiyê diçû bajar hat revandin. Di heman rojê de jinek din a ciwan li devera Safêtayê hat revandin.

2’ê Sibatê jinek ciwan dema ji Ceremana ya gundewarê Şamê diçû Zanîngeha Şamê hat revandin.

3’ê Sibatê li gundewarê Humisê keçek winda bû. Di heman rojê de li kampa Neyreb a Helebê jinek ciwan hat revandin.

4’ê Sibatê li gundê Ceborîn ê bajarê Humsê jinek winda bû.

8’ê Sibatê li Humisê agahî ji jinek ciwanek qut bû.

13’ê Sibatê xwendekarek dema ji Zanîngeha Şamê diçû Nexweşxaneya Miwasat hat revandin.

15’ê Sibatê xwendekareke filistînî dema navê xwe ji bo refa 9’an tomar dikir, hat revandin. Malbata wê diyar kir ku kesên wî revandine di berdêla serbestberdana wê fidiyê dixwazin.

SOHR’ê diyar kir ku heta niha aqûbeta kesên hatine revandin nayê zanîn.