‘Li Sûriyê şerekî nû li dijî azadiya jinan dest pê dike’

Berdevka Kongra Star a Qamişlo Ibtîsam El-Hisên destnîşan kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyê bi biryar û hişmendiya xwe ya olperest û zilamperest, dixwaze rola jinan lawaz bike û bang li jinên Sûriyê kir ku azadiya xwe misoger bikin û destkeftiyan biparêzin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Bi têkçûna rejîma Beşar El- Esed a di 8’ê Kanûnê de, dengên radîkal di nava alîgir û çeteyên “Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) HTŞ’ê” de zû bilind bûn. Yekser Wezîrê Edaletê yê Sûriyyê yê nû got “Em ê şerîeta îslamê pêk bînin. Em ê destûr nedin jinên dadwer vê rolê bilîzin, gerek dozên xwe radestî dadwerên mêr bikin.” Di heman demê de li gelek bajarên Sûriyê yên niha di bin kontrola wan de ne dîmenên cuda derketin holê ku ji jinan re dibêjin divê hûn xwe binixumînin û porê we xuya neke.

Ev nêzikatiyên di bin navê îslama radîkal de gelek metirsî ji jinan re çêkirin. Ev nêzîkatî bûn sedema pirsa; gelo pêşerojek çawa li benda me ye? Mirov dikare bêje ku di nava guhertinên heyî de, li Sûriyê li dijî azadiya jinan bi awayekî eşkere şerekî nû dest pê dike. Ev şer jî bi serpereştiya mêr-dewletê ye.

Têkoşîna li hember hişmendiya neteweperest û zayendperest

Berdevka Kongra Star a kantona Qamişloyê Ibtîsam El-Hisên têkildarî mijarê ji me re axivî. Ibtîsam El-Hisên da zanîn ku jin bi hezaran salan e berxwedan û têkoşînê li hemberî hişmendiya netewperestî û zayendperestiyê dikin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Beriya Şoreşa Rojava zemînek hatibû avakirin da ku jin bibin xwedî rol, hebûna xwe careke din di civakê de aktîf bikin. Ji ber vê yekê di Şoreşa Rojava de jinan di hemû qadên jiyanê de mohra xwe li dîrokê dan. Ji ber vê yekê îro jin li Rojavayê Kurdistanê bûn mînak ji tevahî dinyayê re û dixwazin di nav civakên xwe de bimeşînin.”

Di pêvajoya nû de metirsiyên li ser jinan

Ibtîsam da zanîn ku di nav sîstema rejîma Esed de hebûneke jinan hebûye, lê li ser esasê neteweperestî, olperestî û yekalî bûye û wiha pê de çû: “Jin di bin siya vê sîstemê de bi hişmendiya mêran tevdigeriyan. Dibe ku ne bi hişmendiya jinan xebat dikirin lê dîsa em nikarin bêjin ku jinan di saziyan de cihê xwe nedigirt. Jin ji qadan bi temamî nehatibûn dûrxistin.”

Ibtîsam El- Hisên destnîşan kir ku piştî hilweşîna rejîma Esed û bi hatina HTŞ’ê re biryar û nêzîkatiyên tên meşandin  dê jinan di jiyanê de bê rol bike û wiha berdewam kir: “Di lîsteya kesên ku di hikûmeta demkî de hatine diyarkirin de qet jinek jî cihê xwe nagire. Li gel vê yekê jî biryarên mîna ku divê jin xwe binuximînin û nabe ku jinên dadwer di beşa edaletê de cih bigrin hene. Ev hemû li dijî azadî û hebûna jinan in. Ancax jin dikarin edaletê pêk bînin û ne li gorî hişmendiya zayendperest bin. Ola Islamê li dijî jinan bi awayek şaş tê meşandin.”

‘Vîna jinên Rojava ji sîstema zayendperest mezintir e’

Ibtîsam El-Hisên got ku di sîstema nû de biryarên der heqê jinan de ji aliyê hikûmeta demkî ve tên ragihandin, qet nayên qebûlkirin û wiha lê zêde kir: “Ji aliyê jinan ve ev biryar nayên qebûlkirin, bi taybetî em tevgera jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê yekê qebûl nakin. Em ê li dijî van biryaran têbikoşin. Îro jin  wek dema berê tevnagerin. Di şoreşa Rojava de hişmendiya jinan û civakê hatiye guhertin. Heta astekê gavên ber bi azadiya herdu zayendan de hatine avêtin.”

Banga ‘li hember hewldanên lawazkirina jinan bêdeng nemînin’

Ibtîsam El-Hisên bal kişand ser hêz û destkeftiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tekez kir ku ew ê li hemberî biryarên li dijî azadiya jinan serî rakin û got: “Em ne ew jinên bêdeng, bêhêz, bê reng û bê rol in. Hêza me ya YPJ’ê terora DAIŞ’ê şikand. Îro bi hezaran jinên me yên şervan û parêzvan hene. Em îro xwedî îrade, vîn, artêş, hişmendiyeke azad û helwest in. Divê em li hemberî hewldanên lawazkirina jinan bêdeng nemînin.”

Ji bo azadkirina jinan avêtina gavên dîrokî

Ibtîsam El-Hisên anî ziman ku bi dîlgirtin û qetilkirina jinan ew ê paşve gav navêjin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di şerê ku qewimî de li Kantona Heleb û Şehbayê me dît ku çawa çeteyan şervanên jin dîl girtibûn. Xwestin bi riya tundî û tirsandinê mêraniya xwe derxin holê û van dîmenan li ser medyaya dîjîtal belav kirin. Ev hişmendiya DAIŞ’ê ye. Dixwazin tirs bikeve dilê jinan. Bi hezaran jin werin dîlgirtin, kuştin û îşkencekirin jî, em paşve gav navêjin. Berovajî vê yekê em ê gavan bi pêş ve bavêjin, ji bo azadiya tevahî jinan û civakan. Di heman demê de em ê bi azadiya herdu zayendan civakeke azad, wekhev û demokratîk ava bikin.”