Li Sûriye ji ber erdhejê 3 hezar û 581 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di roja erdhejê ya 7’emîn de li avahiyên ku hilweşiyan xebatên lêgerin û rizgariyê berdewam dike. Hêjmara kesên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 581’an.

Navenda Nûçeyan - Erdheja ku navaneda wê Mereş, gelek bajarên Kurdistan,Tirkiye û Sûriyê bandor kir. Li herêmên ku xebatên lêgerin û rizgariyê kêm de bi hezaran kesan jiyan xwe ji dest dan. Hîna jî bi hezaran kes di bin kavilan de li benda rizgariyê ne. Li Sûriyê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê xebatên lêgerîn û rizgariyê berdewam dike, hêjmara kesên ku ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane giha 3 hezar û 581’an.

4 bajaran weke herêmên karesatê hat îlankirin

Wezareta tendirûstiyê ya Sûriyê ragihand ku herêmên ku di bin kontrola hikumetê de hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihaye hezar û 408’an û hêjmara kesên birîndar bûne gihaye 2 hezar û 341’an. Dan zanîn ku li Mixferên Sipî herêmên di bin kontrola komên bi çek de hezar û 408 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 341 kes jî birîndar bûne. Rêveberiya Şamê di erdheja ku navenda wê Mereş  bajarên weke Lazkiye, Hama, Halep û İdlibê weke herêmên kareseta îlan kirine. Li van bajaran ji bo cardin xebatê inşayê werin destpêkirin wê fonê ava bikin. Li gora El Cezire li sînorê Cilvegozu ya nafçeya Reyhanli ya Hatayê li deriyê sînor yê Bab-El Hava, ji roja ku erdhej pêkhatî heta niha hezar û 100 cenaze hatine rêkirin.

NY: Hêjmara miriyan li Tirkiyê û Sûriyê dibe ku bibe dû qat

Koordînatorên rewşên lezgîn ya Neteweyên Yekgirtî Martin Griffiths hişyarî da û got: “Li Sûriyê û Tirkiyê dibe ku hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane bibe dû qat. Li gora min texmînkirin gelek zehmete, divê destpêkê hemû kes ji bin kavailan derbikevi, lê ez dibêjim wê hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane wê bibe dû qat û zêdetir jî bibe. Eve felakete, bi rastî xweza bi awayek gelek şidayî lêda.”