‘Li Sûriyê cîhên pîroz bi destê çeteyan tên wêrankirin’
Cîgira Serokatiya Yekîtiya Jinên Suryan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sebah Şabo, balkişand ser wêrankirina cîhên pîroz a li Sûriyê ku bi destê komên cîhadî yên HTŞ’ê tê kirin û ev kiryar şermezar kir.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo - Ji aliyê komên cîhadî yên Heyet Tehrîr El-Şam- Cebhet El-Nusra (HTŞ) ve gelek kiryar û sûc li dijî pêkhate û cihên pîroz tên kirin. Ev bûyer jî di nav reşkirina çapemeniyê de û bi taybetî jî li gund û bajarokên ku pêkhateyên derveyî ola Îslamê ne pêk tên. Gelek dîmen li ser medya dijîtal hatin belavkirin, tê de xuya dike ku komên cîhadî yên HTŞ’ê çawa dêr û cihên pîroz wêran dikin. Di heman demê de di bin navê “kiryarên kesayetî” de sûcên kuştin, revandin, lêdan û îşkenceyê tên kirin.
Cîgira Serokatiya Yekîtiya Jinên Suryan û di heman demê de Nûnera Jinên Suryan di Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Sebah Şabo têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.
‘Karekterê hikûmeta demkî Islama Selefî ye’
Sebah Şabo got ku pêşketin û bûyerên ku li Sûriyê qewimîn di dema dawî de pir bi lez bûn. Sebah got ku bi taybetî jî xistina rejîma Esed wisa bûye û wiha got: “Hikûmeta Rizgariyê ji bo heyama 3 mehan wek hikûmeta demkî ya Sûriyê hat destnîşankirin. Mixabin, cewherê eşkere yê hikûmeta demkî, wek ku ji raya giştî re xuya bû, karekterek ‘îslamî ya selefî’ ye, berovajî wê yekê hikûmet radigihîne ku ewê ji bo parastina mafên hemû mezheb û pêkhateyên Sûriyê kar bike. Fermandariya Giştî ya Leşkerî ji bo parastina azadiya kêmnetewan û olan gelek daxuyanî belav kirin. Lê pêkanîna wê ya li ser rûyê erdê, kêm dimîne. Hinek destûrên hikûmetê berovaj û xapînok in.”
‘Sembolên olan tên wêrankirin’
Sebah Şabo destnîşan kir ku gelek bûyer hene, li gelek deverên cuda yên Sûriyê ji aliyê komên cîhadî yên HTŞ’ê ve kiryarên wêrankirinê pêk anîne û wiha pê de çû: “Çeteyan êrîşî cih û warên pîroz ên pêkhateyên Xirîstiyan kirin. Xaç, sembolên Xiristiyanan û peykerên Meryem El-Ezraa hatin şikandin. Her wiha êrîş li gelek malan hat kirin û gelek kes mirin. Ev kiryar kiryarên xirabkirin û terorê ne.”
‘Berpirsa jinan xwedî ferasetek li dijî jinan e’
Sebah Şabo diyar kir ku biryarên der barê jinan de nêzîkatiyên ku nayên qebûlkirin tên kirin û wiha dewam kir: “Li kolanan û bi darê zorê hicabê didin wan. Heta, jina ku ji bo berpirsyartiya karûbarên jinan bike li Sûriyê hatiye erkdarkirin, xwedî nêrîn û nihêrtinên li dijî azadiya jinan û wekheviya di nav herdu zayendan de ye. Dixwazin rola jinê di çarçoveyeke teng de bê diyarkirin.”
‘Divê rêz li hemû olan bê girtin’
Sebah Şabo da zanîn ku sûcên kuştinê yên bi belge hatine eşkerekirin li ber çavê cîhanê ne û got: “Me bi kesên ku li herêmên kiryarên wandalî û kuştinê lê dijîn re têkilî danî. Li wir kesên çekdar hebûn û sabotaj kirin. Heta ku deriyê keşîşxaneyê û metran gulebaran kirin. Divê ev destûr ne tenê li ser kaxizan bin. Divê ev kirin nekevin bin navê kiryarê kesayetî. Divê rêz li hemû olan bê girtin.”
‘Keçek ku sêwî hiştine gazî dewleta Awustralya dike’
Sebah Şabo destnîşan kir ku ew naxwazin li Sûriyê rejîmeke din a otorîter çêbibe û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Li ser tiştên ku li gundên ku kêmnetew lê dijîn, reşkirina medyayê heye. Çend roj berê, min keçek dît ku gazî dewleta Awustralya dike, ji ber ku bav û diya wê li malekê li parêzgeha Tartûs a Sûriyê ji aliyê çekdarên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam ve hatin kuştin. Xelkê Sûriyê rastî niheqî û zulmeke mezin a ji aliyê rejîma zalim ve hatiye. Niha ya ku ji wan re lazim e, ewlehî û aramî ye.”