Li Sûrê belavokên li ser mafên jinan hatin belavkirin

Li Sûra Amedê belavokên der barê mafê xwegihandina saziyên pêwendîdar ji bo jinan hatin belavkirin, ji bo jinan li hemberî rewşa awarte hejmarên telefonên ji bo pêwendiyê jî hatin dayîn.

Li Sûra Amedê belavokên der barê mafê xwegihandina saziyên pêwendîdar ji bo jinan hatin belavkirin, ji bo jinan li hemberî rewşa awarte hejmarên telefonên ji bo pêwendiyê jî hatin dayîn
Amed – Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de endamên Baroya Amedê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Odeya Bijîjkan a Amedê û Komeleya Jinan a Rosayê, belavokên bi sernavê "Mafê Xwegihandina Jinan a Edaletê" belav kirin.
Jinan li kolanên Sûrê belavokan belav kirin. Jinên li kolanan eleqeyeke mezin nîşanî belavokan dan û li ser van belavokan nivîsên; mafên jinan, tundiya li ser jinan û peymana Stenbolê nivîsandîbûn. Jinan ji kesên ku belavok dan wan re gotin ku di rewşeke lezgîn de dikarin xwe bigihîjînin wan û reqema xwe dan wan .