Li Suka Kevin a Şengalê ne qîrîna jinên dîlgirtî êdî raperîn heye

Li Suka Kevin ya Şengalê di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi sedan jinên Êzidî dema berê xwe didan lufên çiyayê Şengalê ji aliyê Çeteyên DAIŞ’ê ve hatin girtin, bi zincîran ew ji bo firotin û kûştinê birin. Sala 2015’an li heman sukê Gerilayên HPG’ê Yekîneyên Parastina Gel (YPG ) Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi berxwedaniyeke mezin şengal jı çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Îro jî jinên Êzidî bi desmalên sipî yên bi xwîn, cilên reş û destên zincîr kirî li heman sukê bi boneya salvegera fermana 74’an meşiyan.

 
Şengal - 3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê fermana 74’an li serê civaka Êzîd anî. Di fermana ku ji derveyî gorên komî û kesên bi şêweyên cûda cûda hatine qetil kirin de, bi hezaran jinên Êzidî hatin kuştin û li bazaran hatin firotin. Her wiha nezî 7 hezar kes hatin revandin. Tê texmîn kirin ku ji wana hezar û 117 kes hîna di deste çeteyê DAIŞ’ê de ne. Heta niha 3 hezar û 300 kes jî ji aliyê QSD’ê ve hatine rizgar kirin. Li ser fermanê re 7 sal derbaz bû, jinên Êzdî bê navber ev 7 sale ji bo tola fermana 74’an hilînin li ser piyane. Îro bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidîxane (TAJÊ) jinên Êzidî li Suka Kevin a Şengalê ya ku di rojên feranê de hewar û qêrîna jinan jê bilind dibû, bi desmalên sipî yên bi xwîn, cilên reş û destên zincîr kirî ji bo salvegera fermana 74’an meşiyan. Di meşa ku têde jinan cilên reş li ber xwe kirî û destên xwe bi zincîran girêdayî de jinan posterên li ser nivîsên weke “Yekitî û têkoşîna jinan pêşî girtina fermana ne” û “Bimre Îxanet” li gel fotoyên rojên fermanê bilid kirin. Jinan bi hêrseke mezin dirûşmên “Bimre îxanet”, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Kî revîn Pêşmerge” û “We çi divê Xweserî” diqêriyan. 
“Em gelên cuda bi hev re li ser vê axê dijîn”
Endama TAJÊ Şemê Remo di derbarê pilan û fermana 74’an a li ser civaka Êzdî de anîn wiha got: “Îro ji bo salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an me li Suka Kevin meşek li darxist. Ciwanên me weke sembol cilên reş li xwe kirin û zendên xwe zincîr kirin, ji ber di fermanê de wiha li keçên me jî kirin û birin. Ev 7 sal derbaz bû hîna Jenosîta li ser gelê Êzidî nehatiye pejirandin. Çima ji ber em Êzidîne li ser vê axê tevahî gelan mafên xwe hene. Li rexmê fermanên li ser me çêbûyîn jî mafê me nîne. Niha piştî 7 salan hinek dewlet jinosayda li ser gelê Êzîd erê dikin. Lê heman kesên cinosaydê erê dikin peymana 9’ê Cotmehê jî erêdikin ji bo wê em litokên wiha napejirînin. Emê bi têkoşîna xwe bikin ku tevahî cihan jinosaydê erê bikin, ji ber li pêş çavê tevahî cîhanê ferman pêkhat.”
“Tenê bi têkoşînê em dikarin pêşî li fermanan bigirin”
Endama TAJÊ Fehîme Silêman jî bi van gotinan qala fermanê kir: “Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li vê sukê bi sedan keçên me hatin girtin û kuştin. Em îro ji bo wan dimeşin, heman demê de ji bo em fermanê bibîra tevahî cihanên bînin. Me êş û azarên gelek mezin dîtin. Lê ji vir şunde em heya ku xweseriya xwe avanekin emê her tekoşîna xwe bidomînin, ji ber enceq em dikarin wiha pêşî li fermanan bigirin.”
“komkujî kirin û di gorên komî de veşartin”
Di dawiya meşê de berdevka TAJÊ Sebiha Sebrî daxwiyanî xwend û wiha got: “Em dikevin heftemîn salvegera Fermana 74’an a 3’ê Tabaxa 2014’ an. Wê demê ji ber bê berpirsiyarî û îxaneta  hêzên herêmê û bêdengiya cîhanê li Şengalê civaka Êzidî Fermana 74’ an jiya. Di sedsala 21’ an de gelê Êzidî rastî cînosayda ku di dîroka mirovahiyê de mînakên wê tune ne hat. Di fermanê de bi sed hezaran ji civaka Êzidî ji cîh û warê xwe kocber bûn, bi hezaran keç, jin, zarok, xort, pîr û kal ketin nava destê çeteyên DAIŞ’ê. Bi dehan komkujî û gorên komî hatin vekirin û hîna jî yên nehatine vekirin hene. Her weha bi dehan pîr, kal û zarok ji tîn û nêzan li çiyê jiyana xwe ji dest dan. Li aliyekî berxwedan û aliyê din jî êş û jan bi hev re dihatin jiyîn. Bi dehan keçên Êzidî ji bona nekevin nava lepên hovên DAIŞ’ê xwe ji zinaran avêtin, demarên destê xwe qut kirin û dawî li jiyana xwe anîn.” 
Di berdewamiya daxwiyaniyê de bal hat kişandina ser ked û fedekariya hewariyên Şengalê û wiha dom kir: “Di rojên herî zor û zehmet de ku civaka Êzidî ber bi qirkirin û tinebunê ve diçû, şagirt û şervanên Rêber Apo ji çiyayên azad û rojavayê Kurdistanê berê xwe dan Şingalê û bi hawara gelê Êzidî ve hatin. Gerîlayên HPG û YJA-STAR û şervanên YPG û YPJ ji bona parastina civaka Êzidî bi hezaran şehîd dan. Bi mudaxleya şervanên azadiyê re rê li ber qirkirina li ser civaka Êzidî hat girtin û bi sed hezaran gel di qorîdora mirovahiyê re ji komkujî û fermanê hatin rizgar kirin. Milletê ku li çiyê de jî man û dev ji axa xwe bernedan berxwedaniyek mezin û dîrokî dan meşadin.” 
“Ji erêkirina Jenosîdê re erê ji Peymana 9’ê Cotmehê re na”  
Di daxuyaniyê de li beramberî bêxemîya cihanê ya ji bo ferman li ser civaka Êzdî hatî kirin jî ev tişt hat gotin: “Li beramberî jenosayda li ser civaka Êzidî cîhanê goh û çavê xwe girtin, ker, kor û lal bûne. Hîna fermana li ser civaka Êzidî wek jenosayd li giştî cîhanê de fermî nehatiya nasîn û hesab ji berpirsan nehatiye xwestin. Di vî demê dawiyê de li hîn welatan ferman wek jenosayd hat niqaşkirin û hinek welatên weke Belçîka jî bi fermî jenosayd qebûl kirin. Ev gavek pir giringe û divê di asta cîhanî de werê qebûl kirin.Di aliyekê de jenosayd fermî tê qebul kirin liyê din jî biryarê Fermana nû tên  dayîn. Em hevpeymana 9’ê Cotmehê weke berdewama fermanê dihesibînin. Ji bo ku jenosayd dûbare neyê jiyîn divê îradeya gelê Êzidî ya li Şingalê were nasîn û esas girtin. Îrade û xweseriya Şengalê neyê nasîn tu wateya nasîna jenosaydê jî nîne. Divê Êzidî çarenusa xwe diyar bikin, em vê yekê jî ji bîra nekin ji hevpeymana Lozanê re tenê çend sal mane wê biqede û guhertin werin çêkirin. Ji bo pêşerojek bi ewle û mayinde divê îradeya civaka Êzidî were esas girtin û nasîn. Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di şexsê şehîdên fermanê de tevahî şehîdên 74 Fermanan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em wek jinên Êzidî soz didin ku emê bi nasîn û serxistina xweseriya Şengalê bersivekî dîrokî bidin 74 fermanan û emê bi îradeya xwe rê li ber jenosaydan bigrin.” 
Jinan dan diyar kirin ku wê rêzeçalekiyên wan di rojên pêjde jî hebin.