Li Sûdanê sûcên êrişa zayendî zêde dibe: Tavilê şer rawestînin

Aktivîstên jin bal kişandin ser êrîşên destdirêjiyê ku ji ber şerê li Sûdanê zêde bûye, bang kirin ku tavilê şer bisekine û anîn ziman ku divê ji kesên rastî destdirêjiyê hatine re, alîkariya psîkolojîk û tenduristî bê dayîn.

SALMA AL-RASHÎD

Sudan – Şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêza Piştevaniya bi Lez de ji 15’ê nîsana 2023’an heta niha didome, dikeve sala xwe ya dûyemîn. Şer bû sedem ku li Sûdanê gelek jin pirsgirêkên tenduristî, xwarinê û psîkolojîk bijîn. 

Endama Komîteya Pêş a Sendîkaya Bijîşkên Sûdanê Adîba Îbrahîm Al- Sayed bal kişand ser bandorên şer û ev agahî dan: “176 hezar jinên ducanî, 850 hezar jinên zarok dimêjînin û 45 hezar zarok, ji ber xwarina kêm jiyana xwe ji dest dane.”

Hejmara mirina jinên ducanî gihîşt 680 hezarî

Adîba Îbrahîm Al-Sayed da zanîn ku li eyaleta başurê Kordofan ji ber dorpêça ku berdewam dike, hejmara mirinên jinên ducanî gihîştiye 680 hezaran û wiha pê de çû: “Zêdetirî 54 hezar jin, bi kêmxwarinê re rûbirû ne.”

Adîba bal kişand ser zêdebûna sûcên destdirêjiyê yên li dijî jinan û wiha got: “Ji destpêka şer heta niha nêzî 679 bûyer hatin qeydkirin. Divê protokolek tedawiyê li dijî rewşên nexweşiyên ku di encama destdirêjiyê de bi riya zayendî belav dibe û dûcaniyê hebe. Lê belê mixabin em di amadekirina pêvajoya protokola tedawiyê de bi tengasiyan re rûbirû ne. Yek ji van tengasiyan, nebûna hişyariya civakî û tirsa mohrkirina ji aliyê civakê ve ye.”

135 mirinên bi guman

Adîba îstatîstîkên Rêxistinên Mafê Mirovan bi bîr xist û diyarkir ku li gor van daneyan 135 jinên ku rastî destdirêjiyê hatine, ber bi xwekuştinê ve hatine kişandin, hinek jin jî ji aliyê malbata xwe ve hatine qetilkirin û wiha got: “Ên ku dijîn jî, piştî ku xizmeta tenduristiyê distînin, dixwazin tune bibin.”  

Nexweşxane tên dagirkirin, mirin zêde dibe

Adîba Îbrahîm Al-Sayed da zanîn ku nexweşxane ji aliyê Hêzên Piştevaniya bi Lez ve hatine dagirkirin û ev agahî dan: “Bombebarankirina nexweşxaneyên ku hatine dagirkirin, bû sedem ku ji derveyî koçkirina personelên tenduristiyê û nebûna korîdorên ewlehiyê, ji bo bûyerên destdirêjiyê qeydên qebûl yên nexweşxaneyan winda bibe. Li welat pergala tenduristiyê li ber hilweşînê ye. Li gor îstatîstîkên pergala tenduristiyê; zêdeyî 316 hezar kes ji kolera, 576 hezar kes jî ji ber tayê,  nexweşiyên şewbê, kêmxwarinê jiyana xwe ji dest dane.” 

‘Divê xebatên hişyarkirina civakê bên meşandin’

Endama Hewldana ji Zilma li ser Jinê re na Hind Al-Tijanî jî diyar kir ku ji şeran herî zêde jin û zarok bandor dibin û got divê şer tavilê bisekine. Hind Al-Tijanî wiha got: “Divê em ne pirsgirêkê, çareseriyê bifikirin. Yek ji pirsgirêkên ku bi şer re derketiye holê, êrîşên destdirêjiyê ne. Ên ku ji destdirêjiyê bi saxî filitîne, rastî mohrkirina civakê tên. Çareseriya destpêkê, hê ku destdirêjî zêde nebûne, şer bisekine. Ên ku rastî destdirêjiyê hatine ji bo neyên mohrkirin, divê xebatên hişyarkirinê bên meşandin û ji bo ên ku rastî destdirêjiyê hatine, berpirsyartiyek civakî were avakirin. Mijarek din a girîng jî, ên ku rastî destdirêjiyê hatine, bibin cihên bi ewle û her cûrê desteka psîkolojîk û tenduristiyê were dayîn. Ji ber wê divê em ji bo dîtina çareseriya civakî bixebitin. Bi kampanyayên ‘Jiyana min mafek e’ ji bo şer bisekine, em zextê li aliyan bikin.”

‘Ji bo cezakirina kiryaran divê xebat werin meşandin’

Parêzvana mafê mirovan Maî Mamoun jî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û anî ziman ku jinên Sûdanê ji ber şerê ku dikeve sala xwe ya duyemîn, di şertên herî zehmet ên niha de derbas bûne û wiha got: “Jinên Sûdanê, li herêmên ku şer tê jiyîn û bandorên koçkirinê, di navendên bicihbûnê de rastî şertên zor ên jiyanê tên. Di dema şer de tundiya zayendî û destdirêjiya li hember sivîlan, mîna çekê tê bikaranîn. Ji bo kiryar bên cezakirin, divê bi awayek profesyonel binpêkirin werin belgekirin.”