Li Sudanê salek ya şerê navxweyî:Destdirêjî, birçîbûn, nexweşî, mirin

Li Sudanê ji ber şerê ku ev saleke berdewam dike, jin rastî destdirêjî, revandin, nexweşiyên şewbê, birçîbûn û înfazê tên. Li welatê ku herî kêm 14 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane, wê şer kîjan encamên din bi xwere bîne nediyare.

 SALMA AL-RASHÎD

Sudan- Di navbera artêşa Sudan û koma parmiliter ya Hêzên Piştgiriya Lezgîn ku berê girêdayî artêşê bû şerê navxweyî dî dîroka 15’ê Nîsana 2023’an de destpêkir û herî kêm 14 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan mirov ji cihên xwe bûn, salek temam kir. Şerê ku destpêkê li peytext Xertumê belavî gelek bajaran bû, gel koçî welatên cîranê Sudanê dikin. Weke di her şerê de, divî şerî de jî bandor li gelek jin û zarokan dike.

Bajarên ku wêran bûne, jin tên revandin û rastî destdirêjiyê tên, mêr jî di nava kolanan de îhtimala werin înfazkirin tînin ziman. Li welatê ku rastî pirsgirêka birçîbûnê ya cîdî tê wê şer kîjan encaman bi xwere bîne ne diyare. Dîrektora Yekîneya Tundiya li dijî jinan Salima Îshaq diyarkir ku jin û zarokên keç rastî tundî û destdirêjiyê tên û her roja ku diçe jiyan zehmetir dibe.

‘Mal ji cihê bi ewle derketiye’

Salîma Îshaq da zanîn ku li Sudanê ne tenê li kolanan li malan jî ewlehiya jinan nemaye û got: “Binpêkirinên ku jin jiyan dikin bi hejmartin bi dawî nabe. Di çarçoveya peymanên navnetewî de, divê gelê sivîl ziyanê nebîne. Divê gelê di jiyanê de mane divê xizmeta tendirûstiyê û ewlehiyê pêkbîne.”

 Salîma Îshaq destnîşan kir ku jin li kolanan ji aliyê paramiliter û leşkeran ve û li malan jî rastî tundî û destdirêjiya mêr tên û di jin û zarokên rastî êrişan hatîn de nexweşiyên perok ên weke AIDS û hepatit C tê dîtin û got: “Gelek kêm bûyerên destdirêjiyê heta niha hatine qeydkirin. Her ku şer kur dibe malbat zarokên xwe yên keç li beramberî pere didin malbatên din. Divê de sûda hilweşîna aborî heye. Ji ber yekîneyek  ya tendirûstî û ewlehiyê ku jin û zarok xwebigîhinînê nîne, rastî tundiya zêdetir tên.”

Jinên ji cihên xwe bûne bi tundiyê cardin ji cihên xwe dibin

Salîma Îshaq derbarê weke Yekineya Tundiya li dijî jinê zehmetiyên ku rastî tên de ev tişt got: “Belgekirin û şopandina xwegihandina bûyerên tundiyê em dikin. Piraniya bûyerên tundiyê di malan de tê jiyan kirin. Jin neçar dibin li cihên bi ewletir bigerin. Ji xwe jinên ku ji cihên xwe bûne wê cardin ku ve biçin? Di vê mijarê de em hewl didin piştgirî  bikin. Em li gel civaka sivîl dixebitin, lê belê ne têrker e. Ji ber em di şertên zehmet de bê ewle û aborî dixebitin, em xebatek bi tendirûst pêş naxin.”

‘Stargeh bi awayê ku jin û zarokan biparêzin nehatine amadekirin’

Salîma Îshaq îşaret bi wê yekê kir ku stargehên demkî û yan jî cihên ku weke ‘xala kombûnê’ tê zanîn di heman demê de wargehên ku xwendevanên dibîstan û zanîngehan lê dimînine û got: “Weke bînesazî ev cihên ku ji bo parastina jin û zarokan nehatine amadekirin ne xwedî standartên ewlehiyê ne. Li cihên kombûnê, bi zêdebûna guherînên derdor û hewayê rewş hê xiratir bûye. Alîkariyên bingehîn ên weke xwarin û ava vexwarinê ji aliyê saziyên xwecihî û komîteyên rewşa awarte ve tên pêkanîn û pêkanîna wê berdewam dikin, lê belê ev têrê nake, şert û mercên jin û zarokên keç her roja ku diçe xiratir dibe.”