Li Sûdanê piştî agirbestê şer cardin destpê kir

Li Sûdanê, piştî bidawîbûna agirbesta 24 saetan di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) şer ji nû ve destpê kir.

Navenda Nûçeyan- Alozî,  şer û pefçûnên li Sûdanê ji 15’ê Nîsanê ve bê navber dewam dike, Wezareta Karên Derve ya Suudî Arebistan duh ragihandibû ku agirbest ji saet 06:00 ê siharê Şemiyê û pê ve li tevahiya Sûdanê bikeve meriyetê. Piştî 10 deqe  bidawîbûna agirbestê, li paytext Hartûmê şer ji nû ve geş bû.

Şêniyên paytextê bi topbaranê û dengê şer ê li gelek taxan hişyar bûn.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji 15’ê Nîsanê dema destpêkirina şer û vir ve herî kêm 1800 kes mirin, zêdeyî 1.5 milyon kes jî neçar man koç bikin. Rêxistinên mafên mirovan nerazîbûnê nîşan didin ku ji destpêka şer û vir ve sûcên giran hatine kirin.

Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FÎDH) diyar kir ku hêzên şerker sivîlan weke mertalên zindî bi kar tînin.

Nûnera Sûdanê ya servîsa jinê ya Neteweyên Yekbûyî Adjaratoû Ndîaye bal kişand ser destavêtinê û êrîşên zayendî û diyar kir ku ‘destavêtinên komî’ hatine kirin.

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blînken roja Çarşemê di serdana li Erebistana Siûdî de ragihandibû ku Washîngton û Riyad ji bo bidawîkirina şer wê ‘yekîtiyeke xurt’ dewam bikin.