Li Sudanê pevçûn dijwar bûn
Li Sudanê bi dawîbûna agirbesta 3 rojan pêvçûn dijwar bûn.

Navenda Nûçeyan- Pevçûnên ku di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de derketin di meha 3’an de ye. Bi bidawîbûna agirbesta li welat a ku di 18’ê Hezîranê de destpê kiribû, pevçûn careke din dijwar bûn.
Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, li bajarê Umdurman ê dikeve rojavayê paytext Xartûmê bi çekên giran û sivik pevçûnên dijwar rû didin. Hat diyarkirin ku dengê çekan ji bajarê Bahrî yê li bakurê paytextê jî tê bihîstin. Ji bajêr agir û dûman bilind dibin.
Di pevçûna ku di 15’ê Nîsanê de li Sûdanê dest pê kir de nêzî hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û nêzî 5 hezar kes jî birîndar bûn.