Li Sûdanê nebûna xizmetên tendirustiyê rê li karesatên mezin vedike
Li Başûrê Sûdanê di nav de zarok 8 kesan, di encama sekinandina alîkariya mirovî, kêmaniya xizmeta tenduristiyê, dema dixwazin tedawî bibin, bi lingan dimeşiyan jiyana ji xwe dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê ku pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de didomin, piştî sekinandina alîkariya mirovî ku di astek mezin de bandor li xizmetên tenduristiyê dike û gelek tesîsên tenduristiyê sekinandiye, li welat mirov û bi taybet kesên nexweş bi zehmetiyên gelek mezin re rû bi rû tên.
5 jê zarok 8 kes di 3 seatan de jiyana xwe ji dest dan
Rêxistina Save the Children 9’ê Nîsanê derbarê metirsî û xeteriya li Sûdanê tê jiyîn daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li başurê Sûdanê 5 jê zarok 8 kes, ji ber qutbûna alîkariya mirovî û sekinandina xizmetên tenduristiyê, ji bo tedawiya tibî bigrin dema 3 saetan di rê de dimeşiyan jiyana xwe ji dest dan.
Mirinên ku di meha Adarê de rû dane, mirinên destpêkê ku piştî biryara sekinandina alîkariyên mirovî ji aliyê DYE ve ku bandorek cidî li xizmetên tenduristiya başûrê Sûdanê, sekinandina xebatên gelek tesîsên tenduristiyê dike û welatî di girtina destekan de rastî gelek pirsgirêkên tên cih girtine.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku biryara ku ji aliyê gelek kesên bihêz ên welat ve hatiye girtin û di nava çend hefteyan de bi mirina hejmarek ya zarokan encam bûye, divê di asta kûrewî de were şermezarkirin.
22 hezar buyerên kolerayê
Pisporên NY di derbarê teyîsînên vê krîzê de fikarên xwe anîn ziman, di encama qutkirina alîkariyan de di mijara encamên hilweşîner ku welat rû bi rû were de hişyarî da. Wezareta Tenduristiya Cîhanê berê jî ragihandibû di nava meha Adarê de zêdeyî 22 hezar bûyerên kolera qeyd kirine û bi sedan kes ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.