Li Sûdanê ji bo 8’ê Adarê meşiyan

Jinên Sûdanê yên bi boneya 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê meşiyan, daxwaza mafên xwe kirin û xwestin tundiya li ser jinan bi dawî bibe.

MEYSA EL-QADÎ

Xertûm – Jinên Sûdanê bi boneya 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma ‘Azadî, Wekhevî û Edaletê’ meşiyan. Di çalakiya ku ji aliyê rêxistinên jinan ve li Xartûm a paytexta Sûdanê hat lidarxistin de jin daxwaza mafên xwe kirin û xwestin demildest tûndiya li ser jinan bidawî bibe.

Parêzer Feyze Ebdulezîz Silêman ku yek ji beşdarên çalakiyê bû got ku wan ev çalakî ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê ya Roja Cîhanî ya Jinan hatiye lidarxistin û bal kişand ser têkoşîna jinên Sûdanê û mafên ku ew dixwazin bi dest bixin.

‘Em ê li her deverê mafên xwe bixwazin’

Aktîvîsta Femînîst Hedîl Mihemed da zanîn ku çalakî li ser daxwazên bingehîn hatiye lidarxistin û li her derê xwepêşandan û daxwaza mafên xwe ji bo jinan mafê bingehîn e. Hedîl Mihemed wiha got: "Bi hatina 8'ê Adarê re hêj mafên jinan tên binpêkirin. Şert û mercên jiyanî ya jinan her ku diçe zehmettir dibe û tundîiya li ser jinan roj bi roj zêdetir dibe.”

Hedîl Mihemed got, "Em îro ji tundiyê re, ji kuştinê re dibêjin na. Em ê daxwazên xwe bi dengekî bilind biqîrin, bêyî ku astengiyên li pêşiya guhdar bikin. Em ê li her deverên Sûdanê mafên jinan, koçber û penaberan bixwazin. Em dixwazin rojeva xwe ya femînîst li ser masê bibînin."

‘Li Sûdanê mafên jinan di bin êrişan de ye’

Parêzer û aktîvîsta mafên mirovan Sûad Ebdulkerîm destnîşan kir ku ev çalakî bi armanca daxwaza mafên jinan hatiye organîzekirin û da zanîn ku ew ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşînê didomînin. Sûad Abdulkerim diyar kir, "Li Sûdanê mafên jinan hê jî di bin êrîşan de ye. Tişta ku me di şoreşa Kanûnê de dest pê kir em dikarin temam bikin. Em ê hemû mafên xwe bi dest bixin.”