Li Sûdanê ji ber pevçûnan rewş karesat e

Hişyarî tê kirin ku li Sûdanê ji ber pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de dest pê kirine û tevî agirbestê jî didomîn, rewş ber bi karasetek mezin ve diçe.

Navenda Nûçeyan- Li Sûdanê pevçûnên ku di 15’ê Nîsanê de di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de dest pê kiribûn, tevî biryara dawî ya agirbestê jî didomînin. Hat ragihandin ku li paytext Xartûmê û li bajarên Omdurman û Bahriyê pevçûnên dijwar diqewimin.

'Divê ji bo Sûdanê alîkariya lezgîn bê kirin’

Dîrektorê Sûdanê yê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Eddie Rowe diyar kir ku her roj nûçeyên talankirinê digrin û wiha got: "Em texmîn dikin ku heta niha 17 hezar ton alîkarî hatiye talankirin. Hinek ji wan di depoyên me de, hinek ji wan jî di riyan de hatine talankirin."

Eddie Rowe a ji ajansa Reutersê re axivî, diyar kir ku divê ji bo Sûdanê alîkariyên lezgîn bên kirin û wiha got: "Em ji niha ve bi xêrxwazan re têkiliyê datînin. Divê korîdorên bi ewle ji bo alîkariyan hebin. Ger em niha alîkariyê nedin dê stokên me di nav du-sê mehan de biqedin.”

Tê texmînkirin ku ji sêyeka şêniyên welat bi alîkariya xurekê dijîn

Dîrektorê Alîkariya Lezgîn ê Neteweyên Yekbûyî Martin Griffiths, rojek berê bang li aliyên şer li Sûdanê kiribû ku rê bidin korîdorên ewle ji bo alîkariyên mirovî û personelan were avakirin. Li gorî NY’ê ji nû ve destpêkirina şer û pevçûnên li Sûdanê, nêzî 100 hezar koçî welatên cîran kirin. Tê texmînkirin ku ji sêyeka şêniyên welat bi alîkariya xurekê dijîn.

'Sûdan ber bi karaseteke mezin ve diçe'

Li gorî agahiyên BBC Tirkî; Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî hişyarî da ku Sûdan ber bi karesateke mezin ve diçe. Di daxuyaniya UNICEF’ê de bal hat kişandin ser rewşa zarokên ku di nava du êrîşan de dimînin.

Ji Joe Bîden biryarname

Di vê navberê de, serokê DYA’yê Joe Bîden biryarnameyek ku di pêşerojê de li dijî kesên rola wan di bêîstîqrarkirina Sûdanê de heye pêkanîn rê vedike, îmze kir. Bîden got ku divê pevçûnên li Sûdanê bi dawî bibin. Berî ku Joe Bîden biryarnameyê îmze bike, Dîrektorê Îstîxbarata Neteweyî ya Amerîkayê Avril Haines hişyarî dabû ku ji ber her du alî di vê baweriyê de ne dikarin şerê li welat bi ser bikevin, dibe ku pevçûn demek dirêj berdewam bikin.