Li Sûdanê ji ber êrîşan zêdeyî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku li Sûdanê ji ber pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ji zêdeyî 100 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan-Li gundê Ved en Nora yê eyaleta Cezîra ku dikeve navenda Sûdanê, di encama êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn de zêdeyî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan. Alîkarê Waliyê Cezîra Sûdanê El-Tahir Îbrahîm el-Nûîr di daxuyaniya xwe ya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûdanê (SUNA) de da êrîşa Hêzên Piştgiriya Lezgîn weke sûcê şer nirxand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê ev êrîş ji aliyê civaka navneteweyî ve bê şermezarkirin û wiha hat gotin: “Milîs teqez dikin ku şerê wan bi welatiyan re her roj didome. Mîlîsan Îşkenceyên herîgian li dijî sîvîlan pêk tînin, milkê wan talan dikin.”

Zêdeyî 100 kes bi komî hat weşartin

Di nivîsa Komîteyên Berxwedana Sivîl a Herêmî ya li ser medyaya dîjîtal de hat gotin, "Gundê Ved en Nora îro bû şahîdê  2 êrîşan û bi sedan şehîdan hat dayîn. Hêzên Piştgiriya Lezgîn komkujî pêk anî” Wekî din, di dîmenên li ser medyaya dîjîtal de hate parve kirin ku zêdetirî 100 kes bi komî hatine weşartin.

Pevçûn zêde bûn

Li gorî nûçeyên herêmê, îro li Feşîra navenda eyaleta Darfura Bakur a li rojavayê welat di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de pevçûn dijwar bûn. Di daxuyaniya Komîteyên Berxwedana Serdemê ya Faşîr de hat gotin: "Bombebarana topxaneyê ya Hêzên Piştgiriya Lezgîn ya li dijî Fermandariya Artêşê ya li bajêr û taxên başûr û rojhilatê bajêr dewam dike. Ji bajêr dûman bilind dibe."

Nakokiyên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de zêdeyî salekê didome.