'Li Sûdanê hejmara kesên ku ji cih û warên xwe bûn 8,5 mîlyon derbas kir'

Neteweyên Yekbûyî, bal kişand ku di şerê navxweyî ya nêzî salek e li Sûdanê berdewam dike de hejmara kesên ku ji cih û warên xwe bûne ji 8,5 milyonî derbas kir û da zanîn her roj bi hezaran kes sînoran derbas dikin.

Navenda Nûçeyan- Berdevka Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Olga Sarrado, di civîna çapemeniyê ya heftane ya Ofîsa Cenevreyê ya NY’ê de nirxandinan kir. Olga Sarrado, destnîşan kir ku şerê navxweyî ya di 15’ê Nîsana 2023’an de li Sûdanê dest pê kir, bi hemû tundiya xwe didome û balkişand ku Sûdan û welatên cîran yek ji herî mezin û zehmet a qeyranên ji cih û warên bûyîn a li cîhanê dijîn.

'Hejmara kesên bi zorê ji cih û warên xwe dibin 8,5 mîlyon derbas kir'

Olga Sarrado, destnîşan kir ku hejmara kesên bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne an jî reviyane ji 8,5 milyon derbas kiriye û diyar kir ji wan 1,8 milyon koçî welatên cîran bûne. Olga Sarrado, da zanîn şer û pevçûnên didomîn jiyana gelê Sûdanê serûbin dike û Sarrado destnîşan kir ku êrîşên li dijî sivîlan bi binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî bênavber didome.

'Her roj bi hezaran mirov sînoran derbas dikin'

Olga Sarrado, wiha got: "Tevî ku şer beriya salek dest pê kir jî, wekî rewşa awarte duh destpêkiriye her roj bi hezaran kes sînoran derbas dikin. Her roj bi navînî zêdetirê hezar û 800 kes tên Sûdana Başûr. Ev jî hemû zextên li ser binesaziya zêde dike û pêdiviyên mirovahî yên mezin jî zêde dike.”

Zêdetirê 13 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan

Şer û pevçûnên dijwar ên di 15’ê Nîsana 2023’an de li Sûdanê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Pişgiriya Lez de  dest pê kiribûn, didome. Li gorî NY’ê, di encama şer û pevçûnên li Sûdanê de, zêdetirê 13 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 8 mîlyon kes jî di nava welat de reviyan bajarên din û 2 mîlyon kes jî reviyan welatên derdor.