Li Sûdanê di şer de herî kêm 8 hezar kes winda bûn
Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) ragihand ku li Sûdanê di dema şer de di sala 2024'an de herî kêm 8 hezar kes winda bûne.

Navenda Nûçeyan- Serokê delegasyona Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) a li Sûdanê Daniel O'Malley ji AFP'ê re axivî û anî ziman ku di şer de herî kêm 8 hezar kes winda bûne û got: "Ev tenê hejmara ku me piştrast kiriye. Em dizanin ev yek rêjeyeke biçûk a hejmara giştî ya bûyerên windabûnê ye.”
‘Divê rêbazên guherînê bên avakirin’
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric jî anî ziman ku hêzên paramîlîter rojek piştî ku eşkere kirin wan hikumeteke hevrik ava kirine fikar zêde bûn ku şerê li Sûdanê girantir bibe û got: “Em weke civaka navneteweyî, hewl didin ji bo gelê Sûdanê ji vê felaketa metirsîdar rizgar bibe û ji bo dema derbasbûnê guhertinên maqûl bên kirin, ji bo rê û rêbazan bibin alîkar."
General Mohamed Hamdane Daglo roja Sêşemê eşkere kiribû ku wan hikumeteke hevrik ava kirine.
Ji 15'ê Nîsana 2023'an û vir ve Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşa General Abdul Fettah al Burhan ji bo welat kontrol bikin şer dikin. Herdu alî jî tên sûcdarkirin ku di vî şerî de sûcên giran ên şer dikin.