Li Sudanê biryara 24 saetan agirbest

Li Sudanê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) peymana 24 saetan agirbest hate pêkanîn.

Navenda Nûçeyan- Li Sudanê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) pevçûnên ku ji 15’ê Nîsanê vê destpêkirin berdewam dike.

Li gor daxuyaniya nivîskî a wezîrê karê derve yê Suudî Arabistan; li bajarê Cidde dibin çavdêriya ABD û Suudi Arabistanê ji bo aloziyên di navbera artêşa Sudan û HDK de were rawestandin hevdîtin pêkanîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Nûnerên Suudî Arabistan, ABD, artêşa Sudan û HTK, wê li her derê Sudanê  diyarbikin ku gihane peymana 24’saetan ya agirbestê.”

Destnîşan kirin ku wê îro li gor saetên herêmî saet 06:00’an û şûnde agirbest bikeve meryetê.

Zêdeyî hezar û 800 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Sudanê heta niha hemû agirbest hatine îhlalkirin. Li gora Netewên Yekgirtî  (NY)  ji 15’ê Nîsanê dema ku pevçûn despêkirin heta niha herî kêm hezar û 800 kesan jiyana xwe ji dest dane, 1,5 milyon kes jî ji cih û warên xwe bûne.

Federasyona navnetewî ya mafê Mirovan (FIDH) diyarkirin ku ji aliyê hêzên şer dikin ve sivîlan weke mertalên zindî bi kartînin. Nunertiya Sudan ya servîsa jinan ya NY  Adjaratou Ndiaye bal kişand li ser zêdebûan êrîşên zayendî û bi taybet ‘tecawîzên komî’ tê jiyan kirin.