Li Sudanê agirbesta 72 seatan
Hat destnîşankirin ku dû aliyên ku li Sudanê di nav pevçûnê de ne agirbesta 72 seatan îlan kirine. Agirbest li gor demjimera heremî nîvê şevê ket meriyetê.
Navenda Nûçeyan – Li paytexta Sûdan Xertûmê ji 15’ê Nîsanê vir ve pevçûna dijwar a di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lez de didome şûna xwe ji agirbestê re hişt.
Biryara agirbestê Wezîrê Karê Derve ya DYE Antony Blinken ragihand. Hat ragihandin ku li Sûdanê bi awayekê ku ji nîvê şeva 24’ê Nîsanê destpê bike, li seranserî welat ji bo 72 demjimeran agirbest hatiye îlankirin.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji destpêka şer û vir ve 413 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 551 kes jî birîndar bûne. Li Xartûmê ji ber ku şer duh hinekî sivik bû, gel piştî çend rojan cara ewil ji bo pêdiviyên xwe yên erzaqê ji malên xwe derkevin.
Gel ji welat derdikeve
Her wiha tehliyekirin û koçberiya ji welêt dewam dike. Çavkaniyên berevaniyê yên Brîtanî gotin ku rewşa Sûdanê "pir, pir cuda" ji Afganîstanê ye, ku li wê derê operasyonên valakirinê di sala 2021’an de pêk hatin, digel Xartûm "cihek dînamîktir û xeternaktir" li gorî Kabulê ji ber şerê berdewam. Heta niha zêdetirî 1000 welatiyên Yekîtiya Ewropayê ji Sûdanê hatine derxistin. Sûdana Başûr ragihand ku nêzî 9 hezar kesên ku di 10 rojên dawî de ji Sûdanê reviyane çûne welêt.