Li Sûdanê agirbesta 72 saetan hat ragihandin

Erebîstana Siûdî û DYE’yê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ê paramiliter de 72 saetan agirbest ragihandin.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî ragihand ku di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ê paramiliter de peymana agirbesta 3 rojan hat îmzekirin.

Daxuyaniya hevpar a Erebistana Siûdî-DYE li ser malpera Wezareta Karên Derva ya Erebistana Siûdî li Sûdanê der barê biryara agirbestê ya ku ji her du aliyên hat dayîn de hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, agirbesta ku artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn pê re lihevkirina agirbestê ya 3 rojan pêk anîn, wê sibe saet 06:00'an de bikeve meriyetê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dema agirbestê de wê alî ji bikaranîna balafirên şer û balafirên bêmirov, topbaran û her cure xebatên gihandina leşkerî dûr bikevin û xebatên alîkariyên mirovî jî hêsan bikin.

Rageşiya di navbera Artêşa Sûdanê û HDK'ê de danê sibehê 15'ê Nîsanê li paytext Xartûm û gelek bajarên cuda veguherî şerê çekdarî. Di pevçûnên ku ket meha sêyemîn de, nêzî hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 5 hezar kes jî birîndar bûn.