Li Sûdanê agirbest hat dirêjkirin lê pevçûn didomin
Di pevçûnên ku li Sûdanê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lez de berdewam dikin de, aliyan biryar dan ku agirbesta sê rojan 3 rojên din dirêj bikin.
Navenda Nûçeyan- Pevçûnên ku li Sûdanê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez de ji ber nakokiyên li ser reforma ewlekariya leşkerî ya ku "Hêzên Piştgiriya Lez bi tevahî beşdarî artêşê bibe" dest pê kir, berdewam dike. Di şer û pevçûnên ku ji 15’ê Nîsanê û vir ve di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lez de dest pê kirin, heta 26’ê Nîsanê 512 kes mirin û 4 hezar û 193 kes jî birîndar bûn.
Agirbest 3 rojên din hat dirêjkirin
Li gorî nûçeya BBC artêşa Sûdanê bi hewldanên Erebistana Siûdî û DYA’yê biryar da ku agirbestê 72 saetên din dirêj bike. Lê belê balafirên artêşê tevahiya şevê li çeperên Hêzên Piştgiriya Lez yên li paytext Xartûmê dan. Ji ber vê yekê agirbestê bandorek kêm bû. Li bajêr jî dengê yekîneyên topan dihat bihîstin.
Wezîra Karên Derve ya Hikûmeta Sivîl a Sûdanê Meryem el-Sadiq el-Mehdî di daxuyaniyekê de ji mala xwe ya li Xartûmê got ku tevî agirbestê jî sivîl di nava tirsê de dijîn. Wezîrê Derve got: “Agirbesta bi navê agirbestê ti pêwendiya wê bi tiştê qewimî re nîne” û got ku bombebarana firokeyan bi şev û roj berdewam dike.
Gule li balafira Tirkiyê hat reşandin
Li gor nûçeya Reutersê; Artêşa Sûdanê ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lez gule li balafira valakirina Tirkiyeyê ya ku li Baregeha Esmanî ya Vadî Seyîdna danî, gulebaran kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin di bûyera ku balafir bi silametî daketibû de ji ekîban kesek birîndar bû û beşa sotemeniyê ya balafirê jî zirar dît.
'Dê bi Hêzên Piştgiriya Lez re muzakere neyê kirin'
Wezareta Karên Derve ya Sûdanê behsa Hêzên Piştgiriya Lez kir û diyar kir ku ew ê bi 'serhildêran' re muzakereyê nekin. Wezaretê di daxuyaniyekê de got: "Serhildan destdirêjiya ser milkên welatiyan û dîplomatan berdewam dikin."
Ji aliyeke din ve Tirkiye, Amerîka, Çîn, Rûsiye, Îngiltere, Fransa û Erebistana Siûdî jî di nav de zêdetir ji 50 welatan di rêya bejahî re di ser Etiyopya û Misirê re, bi rêya deryayî di rêya Bender Sûdanê û bi rêya asmanî ve girtina welatiyên xwe didomînin.