Li Sûdanê agirbest 5 rojan hat dirêjkirin

Bi navbeynkariya Erebistana Siûdî û DYA'yê agirbesta ku di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de di 20'ê Gulanê de hatibû îmzekirin 5 rojên din hat dirêjkirin.

Navenda Nûçeyan- Pevçûnên ku ji 15’ê Nîsanê û vir ve di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de dest pê kiribûn, tevî agirbestan jî berdewam dike. Erebistana Siûdî û DYA’yê ragihandin ku ji bo rawestandina pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ji bo agirbesta ku di 20’ê gulanê de hatibû îmzekirin 5 rojên din bê dirêjkirin li hev kirine.

‘Agirbest bû sedem ku alîkarî bigihîje milyonek kesan’

Di daxuyaniya ku Balyozxaneya Amerîkayê ya Xartûmê li ser medyaya dîjîtal de da, wiha hat gotin: "Erebistana Siûdî û Amerîkayê lihevkirin dirêjkirina agirbesta hêzên artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ji bo 5 rojên din bi kêfxweşî pêşwazî kirin." Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryara dirêjkirina agirbesta mijara gotinê, dê ji bo zêdetir alîkariyên mirovî û xizmetên bingehîn bên pêşkêşkirin û ji bo nîşankirina agirbesteke demdirêj dem were diyarkirin û hat diyarkirin ku tevî bi temamî nehatiye bicihanîn jî agirbesta ku di 20’ê Gulanê de hat îmzekirin, derfeta gihandina alîkariyên mirovî ji bo nêzî milyonek Sûdanî yên kesên xwedî pêdivî ava kir û dê zêdetir hewldanên gihandinê çêbibin.

Her du aliyan jî hev bi binpêkirina agirbestê sûcdar kirin

Li gorî nûçeya di Gazete Duvar de cih digre aliyan ragihandin ku bi riya Amerîka û Erebistana Siûdî agirbesta hefteyekê ku ji 20’ê Gulanê roja Duşemê saet 21:45’an vir ve derbasdar e îlan kirine. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, rojek piştî ketina meriyetê ya agirbestê hişyarî da ku ger generalên Sûdanî agirbestê pêk neynin dê bi pêkanînên nû re rû bi rû bimînin. Di pêvajoya agirbestê de ku îşev bi dawî bû pevçûnan berdewam kiribûn. Her du alî jî hev bi binpêkirina agirbestê sûcdar kiribûn.

Zêdetirî milyonek mirov hatin koçberkirin

Rageşiya di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ji 15'ê Nîsanê ve li paytext Xartûmê û bajarên cuda veguherî pevçûnên çekdarî. Neteweyên Yekbûyî (NY), diyar kir ku li nava welat zêdetirî milyonek kes koçber bûne û ragihand ku ji ber pevçûnan 300 hezar kes jî reviyane welatên derdorê. Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê ragihandibû ku ji destpêka pevçûnan heta niha 709 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 hezar û 424 kes jî birîndar bûne.