Li Sûdanê 45 jê zarok 60 kesan ji birçîbûnê mirin
Aktivîstên li Sûdanê ragihandin ku li du herêmên cuda yên bajarê Omdurmanê 45 jê zarok 60 kes ji birçîna mirine. Di êrîşên ji sala 2023’yan heta niha de jî 20.000 sivîl mirin.
Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê li dijî êrîşan digel hişyariyên navneteweyî jî, ji 2023’an heta niha şerê di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, didome.
Aktivîstên Sûdanê roja 10’ê Çileyê ragihandin ku RSF’ê êrîşî kampa Abu al- Shawk ku bi deh hezaran mirovên ji paytexta eyalata Bakurê Darfur El Fasher ji cihê xwe bûne lê bi cih bûne kiriye û di encama êrîşê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 23 kes jî birîndar bûne. Kesên li bajarê El Faşer dijîn, diyar kirin ku di navbera artêşa Sûdan û RSF’ê ku bajar dorpêç kirine de şerê dijwar, demek dirêj e berdewam dike. Şahidên bûyerê dan zanîn ku êrîşkirina kampa El Şavk û qetilkirina sivîlan êdî bûye bûyerek ji rêzê.
60 kesan jiyana xwe ji dest dan
Beşa awarte ya rojava ya Um Bîde, li Omdurman bajarê duyem ê herî mezin ê Swane ye û ji beşa herî mezin a eyaleta Hartumê pêk tê. Ji îlona 2024’an heta Kanûnê hat ragihandin ku li bazarên Al Baqaa, Dar Al Salam û Al Amir ku li herêma Um Bîde ne, 45 jê zarok, 12 pîr û 3 jinên ducanî di nav de 60 kes ji ber xwarina kêm jiyana xwe ji dest dan. Erkdara beşa awarte destnîşan kir ku bi piranî zarok, pîr û jinên ducanî di nav miriyan de ne. Ji bo zarokan xwarinên amade yan jî xwarinên li malê tên çêkirin nehatine dîtin, wek kêmaniya teqwiyeya xurekê, tunebûna kontola jinên ducanî û kêmaniyên vîtamîna A, rastî gelek tengasiyan tên.
Pêwîstî bi korîdorên bi ewle heye
Her wiha bang li sazî û rêxistinên navneteweyî hat kirin ku li tevahiya herêmê, ji bo derman û derzî werin şandin korîdorên bi ewle ava bikin. Hat xwestin ku ji bo welidînên normal û bi sezeryanê ode werin amadekirin, ji bo pitikan cihê pêwîst were amadekirin û avakirina sîstema tendirustiyê ya entegre ku bibe alîkar mudaxeleyî rewşên awarte bike, were avakirin.
Ji 2023’yan heta niha 20.000 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Saziyên çapemeniyê diyar kirin ku rayedarên li eyaletên ji aliyê artêşa Sûdanê ve tê kontrolkirin, li herêmên eyaleta Hartum ku di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ye, ji bo gihandina alîkarî û hinek tiştan sînordarkirinên cidî anîne. Di êrîşên di navbera artêşa Sûdanê û RSF’ê de ku ji 15’ê nîsana 2023’an heta niha didomin de, zêdeyî 20.000 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 14 milyon kes ji cihê xwe bûne, ketine rewşa koçberiyê.