Li Sûdanê 23 milyon kes xwe nagihînin xwarina pêwîst

NY ragihand ku li Sûdanê 23 milyon kes nikarin xwe bigihînin xwarina pêwîst, 750 hezar kes jî rû bi rûyî xelayê ne.

Navenda Nûçeyan- Berdevkê Netewên Yekgirtî Stephane Dujarric di civîna rojane ya çapemeniyê de, geşedanên li Sûdanê xist rojevê. Diyarkir ku li Sûdanê gel rû bi rûyî ‘senaryoya herî xirab’ e.

Stephane Dujarric got ku li Sûdanê ji bo pilana alîkariya mirovî, salane ji 2,7 milyon dolar tenê ji sedî 30 wê fonkirine û ragihand ku li welat 23 milyon kes nikarin xwebigihînin xwarina pêwîst. Stephane Dujarric der barê giringiya rewşa tê jiyîn de wiha got: “Ger em mînak bidin, ev hejmar beramberî nifûsa giştî ya Avustralya ye.” Îfadekir ku li welat 750 hezar kes jî rû bi rûyê xelayê ne û îşaret bi wê yekê kir ku wê di werza baranê de rewş hê xiratir bibe.

Tê diyarkirin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetir bin

Sûdan ji ber şerê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ku ev 15 mehe berdewam dike de rû bi rûyî krîza birçîbûn û jicih bûna herî mezin ya cîhanê ye. Hejmara kesên ku di şerê li welat de jiyana xwe ji dest dane weke 16 hezar hate ragihandin, lê belê tê texmînkirin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetir bin.

Li gora Rêxistina Koçê ya Navnetewî ya NY (IOM), Li Sûdanê ji Nîsana 2023’an dema şer destpêkirî heta niha 7 milyon 720 hezar û 119 kes di nava welat de ji cihên xwe bûnê û neçarî koçkirinê hatin kirin. Fona Alîkariya Zarokan ya NY (UNICEF) di daxuyaniya dawî dayî de diyarkiribû ku Sûdan bi 5 milyonan yek ji welatê ku herî zêde zarok lê ji cihên bûne ne. Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê jî destnîşan kiribû ku li Sûdanê ji 5 kesan 1 jê di asta rewşa bi lez de bê ewlehiya xwarinê jiyan dike.