Li Sûdanê 2 milyon kes ji cih û warên xwe bûn

Hat ragihandin li Sûdana ku pevçûn lê diqewîme heta niha zêdeyî 500 hezar kes welat terikandin û 2 milyon kes jî ji cih û warên xwe bûn.

Navenda Nûçeyan – Ji ber pevçûnên ku di 15’ê Nîsanê de li Sûdanê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lez de destpêkirî bû, hejmara kesên ji cih û warên xwe dibin zêde dibe. Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Fîlîppo Grandî, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de diyar kir ku di pevçûnên tên jiyîn de heta niha 500 hezar kes Sûdanê terîqandine û 2 milyon kes jî ji cih û warên xwe bûn.

'Ji bo rawestandina koçberî divê çek bên bêdeng kirin'

Filippo Grandî diyar kir ku ji kesên ku welat xwe terikandine 365 hezar koçberî Misir û Çadê bûne û çûyina Sûdaniyan ya ji bo welatên cîran berdewam dike. Fîlîppo Grandî wiha got: "Ger em dixwazin ev koçberî raweste divê gule bê bêdengkirin." Fîlîppo Grandî bal kişand ku piraniya Sûdaniyên ku diçûn Misir û Çadê gihandina van ya avê nîne, westiyane û xwedî pêdiviyên alîkariyên tibî ne û diyar kir ku divê hewcedariyên koçberan beriya ku zêdetir zêde bibe bên pêkanîn.

'35 mîlyon mirov neçar man welatê xwe biterikînin'

Fîlîppo Grandî her wiha diyar kir ku 35 milyon kes ji ber şer, tundî, îşkence û cudakariyê neçar mane welatê xwe biterikînin û got, “Mafê koçberan a parastina jiyana xwe heye. Divê ji bo koçberan derfet were dayîn da ku jiyana xwe ji nû ve ava bikin û divê rêz li cesareta wan were girtin."

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî bi aliyan re hevdîtin pêkanî

Ji aliyê din ve Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Faisal Bin Farhan bi Serokê Encumena Serweriya Sûdanê General Abdulfettah Abdurrahman El Burhan û Serokê Hêzên Piştgiriya Lez Mihemed Hemdan Dagalo re ku aliyên şer ên li Sûdanê ne, du hevdîtinên telefonê yên cuda pêkanî. Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Erebistana Siûdî da hat diyarkirin ku Wezîrê Karên Derva Faisal Bin Farhan bal kişand ser mijarên wekî parastina sivîlan, ewlehiya korîdorên mirovî yên ji bo alîkariyên bingehîn û banga bi dawîkirina pevçûnan kir.