Li Sûdana şer lê didome jin bi êrîşa zayendî re rû bi rû ne

Li Sûdanê jiyana jinan ji ber pêvçûnên berdewam, nebûna zagonên li dijî tundiyê û rewşa koçberiyê di xeteriyek gelek mezin de ye. Gelek jinên ku dîl hatine girtin rastî destdirêjiyê tên.

MÊRVET EBD EL-QADÎR

Sûdan - Ji ber pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ku ji salek zêdetir e berdevam dikin bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Her wiha bi milyonan kes jî neçarî koçberiyê man ku ev yek li cîhanî weke koçberiya herî mezin hat binavkirin. Rewşa şer li Sûdanê herî zêde bandorê li jinan kir.

 Jin ne tenê bi koçberî û windakirina malbatên xwe re rûbirû man, rojane bi êrîşên zayendî re rû bi rû dimînin.

‘Destdirêjî weke stratejiya şer tê bikaranîn’

Mafnas û rêvebera herêmî ya Tora Jinên Sedsala Afrîkayê Hala El-Karib got ku êrîşa zayendî ya li dijî jin û zarokên keç ên li Sûdanê ranewestiyaye û got: "Heta niha gilî der barê rewşên êrîşên zayendî de ji eyaletên El-Cezîre û Darfûr tên. Bi taybetî li Bakurê Darfûrê rewşa şer li wan herêman gelekî giran e.”

Hala El-Karib di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku piraniya bûyerên êrîşên zayendî ku ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve pêk tên destdirêjiya komî ne û wiha pê de çû: “Êrîşa zayendî weke stratejiyeke şer ku bi armanca koçberiya bi darê zorê û kontrolkirinê tê kirin e. Rewşên tundiya zayendî li malên stargehan û li gelek herêmên di bin kontrola artêşa Sûdanê de çêbûn. Ev rewşên wiha tunebûna zagonan an jî tunebûna rêbazên parastina zarokên keç û jinan dide xuyakirin. Li Sûdanê bûyerên destdirêjiyê li herêmên qaşo bi ewle ne jî hene. Ez bang li civaka navneteweyî dikim ku van kiryaran rawestînin û biryarên ku rewşên tundiya zayendî sînordar bikin derxin.”

‘Daneyên rast nagihîjin destên me’

Çalakvan û seroka Yekitiya Hikûmeta Sûdanê ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan Suleyma Îshaq teqez kir ku piraniya rewşên destdirêjî û tundiya zayendî li gorî kesên ku agahî dane wan ji aliyê kesên cilên hêzên Piştgiriya Lezgîn li xwe kirine ve pêk hatine û wiha berdevam kir: “Daneyên ku hatin eşkerekirin ji sedî 2 ji bûyerên ku çêdibin e. Ji ber agahiyên ku daneyên rast bidin me tune ne. Tundiya zayendî ji bo gel bidin koçberkirin û tirsandinê weke çek tê bikaranîn.”

Suleyma Îshaq a got “Ji ber van hemû kiryarên li dijî jinan çêdibin piraniya jin pirsgirêkên derûnî dijîn” ani ziman ku piraniya jinên rastî destdirêjiya komî hatine dawî li jiyana xwe anîne.

Der barê vê mijarê de jî bijîjka taybet a zanista derûnî Sara Abbo got ku gelek cureyên tundiya zayendî hene û hemû jî weke sûc tên hesibandin û got: “Şer di gelek aliyan de bandorê li jinan dike. Bi sedan jin rastî destdirêjiyê hatine ji bo piştgiriya derûnî ji wan re bê dayîn me bi gelek jinan re tekilî daniye.”