Li Sûdan û Yemenê binpêkirina mafên jinan

Li Sûdanê cezayê darvekirinê li jinekê hat birîn û li Yemenê jî bi hinceta "têkilî bi dijmin re daniye" 13 sal cezayê girtigehê li jinek hat birîn.

Navenda Nûçeyan-Li gorî Rêxistina Maf û Azadiyan a Samê dadgeha cezayan a koma Ensarullah (Hûsî) bi hinceta "têkiliya bi dijmin re" cezayê girtinê yê 13 salan li jina bi navê Henen El Muntesir birî.

Rêxistinê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên nêzî Henenê, diyar kir ku Henen 3`yê Tîrmeha 2019`an hatiye girtin, îşkence lê kirine û gef li dayik û zarokên wê xwarine ku bi kehrebeyê îşkenceyê lê bikin û nehiştine biaxive û dû re birine girtîgeha lêkolînên cezayî û piştre birine girtîgeha navendî.

Rêxistinê diyar kir ku dadgehên li Senayê êdî bûne amûra çewisandin û binpêkirina mafên jinan.

Her wiha Dadgeha Cezayan a Wîlayeta Kesla ya rojhilatê Sûdanê, 21’ê Tebaxê bi tawana "hevkariyê bi Hêzên Piştgiriya Lezgîn re kiriye."cezayê darvekirinê li K.E.A’yê biriye,

Însiyatîfa "Na ji çewisandina jinan re" piştgiriya K.E.A’yê kir û kampanyayek bi dirûşma "Li dijî birînan em bibin yek" ragihand.

Dadgeha Etbera ya Sûdanê jî bi heman tawanê cezayê darvekirinê li 2 jinan birîbû ku yek ji wan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da û ya din hê jî di girtîgehê de ye.

Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 12’ê Tebaxê bi kampanyaya bi dirûşma "Na ji darvekirinê re" ragihandibû ku heta 26’ê heman mehê berdewam bike. Yekitiyê cezayên li dijî jinan red kir û banga rawestandina cezayên darvekirinê kir.