Stêra Zêrîn perwerdeya enstrûmanan ên havînî destpêkir

Stêra Zêrîn a li wargeha penaberan a Mexmûrê bi tevlîbûna 180 zarokan perwerdeyên enstrûmanan ên havînî da destpêkirin.

Mexmûr- Stêra Zêrîn her sal di demsala havînê de dema dibistan dikevin betlanê de ji bo zarokên Mexmûrê dewreyên perwerde yên enstrûmanan ên wek gitar, saz û erbane dide destpêkirin. Îsal jî bi tevlîbûna 180 zarokan dewreyek perwerdê li ser navê Şehîd Sîdar Amed hat vekirin.

Beriya vekirina dewreya perwerdê, ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê endama rêveberiya Stêra Zêrîn Rojê Otun li ser vekirina dewreya perwerdê ya enstrûmanan daxuyaniyek xwend.

Daxuyanî wiha yê:

‘Ev pêvajo ji bo civaka Kurd pêvajoyek girînge’

Rojê Otun di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk û daxuyanî wiha didome: “Pêvajoya em tê de pêvajoyek gelek hesase. Bi taybet ji bo civaka Kurd pêvajoyek girînge. Em dizanin di nava vê sala dawî de gelek gavên nû hatin avêtin û ji bo statûya Kurdan hewildanên pir mezin hatin kirin. Wek hertim ev hemû pêşveçûn bi hêza Rêber Apo û tevgera azadiyê ve pêk hat.”

‘Wek civak pêwîste em perwerdekirina zarok û ciwanan esas bigirin’

Rojê Otun di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku armanca perwerdê pêşxistina jêhatîbûnên hunerî ya zarokane û wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Di demeke wisa girîng de em jî weke civak pêwîste rêxistinkirina xwe xurt bikin û perwerdekirina zarok û ciwanan esas bigirin. Perwerdeya enstrûmanan armanc dike ku zarok û ciwanan bi hunerê re bide naskirin, jêhatîbûnên wan ên hunerî pêşbixin û kesayetekê baştir bide avakirin.”