Li Stenbolê qetliam: 7 mirî, 3 birîndar
Li Buyukçekmece Bahtiyar Aladag 7 kes qetil kir û 3 kes jî birîndar kir.
Stenbol – Li Buyukçekmece ya Stenbolê, di 24’ê mijdarê de li taxa Celaliye, Bahtiyar Aladag (33) ku hatî gel malbata xwe ye di qata yekem ya avahiya 4 qat de dimîne, bi çekê êrişî dayîka xwe Necmiye Aladag ku pêre nîqaş kir, bavê xwe Muhammer Aladag û xwîşka xwe Buket Aladag kir.
Dayik û bavê xwe qetil kir
Di kontorlên ji aliyê tîmên tendirûstiyê yên hatîn cihê bûyerê tesbît kirin ku Muhammet Aladag û Necmiya Aladag jiyana xwe ji dest dane, xwîşka wi Buket Aladag ku bi giranî birîndar bûbû piştî mudaxeleya ewil rakirin nexweşxaneyê.
Êrişakarê ku ji cihê bûyerê revî, piştre di saetên 17:00’ê de li dikana berber ya li taxa Zanîngeha Avcilar bi çekê êriş pêkanî. Di bûyerê de Mehmet Salih Ozsokuk ku li berberê dixebitî jiyana xwe ji dest da, havjînê wê yî li heman dikanê S.A û birayê hevjînê wî Gokhan Soylu bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
Êrişkar întihar kir
Piştî êrişa li berberê, di saet derdora 17:30’an de gumanbarê ku çû taxa Fatih ya Esenyurdê xizmê xwe Serdar Şadan Buke li vêderê qetilkir û piştre di erebeya xwe de xwe întihar kir.
3 kesên din ên winda hatin qetilkirin
Derket holê ku Bahtiyar Aladag jina pêre zewicî ya winda Turkan Soylu, xwesiya xwe Sevîm Aladag û zaroka xwe Arsal Aladag qetil kiriye. Cenazeyê 3 kesan li seyrangeha kêleka golê ya li Buyukçekece hate dîtin.