Li Stenbolê protestoya 9’ê Cotmehê: Heta tecrîd bi dawî dibe em têbikoşin

Di çalakiya şermezarkirina salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Kadikoya Stenbolê hat lidarxistin, peyam hat dayîn ku heta tecrîd rabe wê têkoşîn bidome.

Stenbol - Komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye û 31 meh in agahî jê nayê girtin, hate protestokirin.

Li Kadikoya Stenbolê Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Çep a Kesk), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek sivîl. Bi banga gelek rêxistinên civakî û partiyên siyasî çalakiya protestoyî ya bi navê "Meşa Azadiyê" hat organîzekirin. Ji bajarên herêmên derdorê û her wiha ji Herêma Marmarayê di saetên sibê de ji bo protestoyê gelek kes hatin bajêr.

'Em ê tecrîdê têk bibin’

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Burcugul Çubuk û Çîçek Otlu jî li Rihtimê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Otlu, bertek nîşan da û wiha got: “Tevî hemû zextan jî em ê tecrîdê protesto bikin. Dê têkoşîna me ya ji bo têkbirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidome.”  

Parlamenter Burcugul Çubuk jî ev tişt anî ziman: “Divê hûn li dijî vê zilmê serî rakin. Divê hûn li dijî vê zexta polîsan a rejîma AKP’ê serî rakin. Em dixwazin tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe û em tawanbar nînin. Rejîma AKP’ê ya ku şer dixwaze û tecrîdê giran dike sûcdar e. Lewma em ê teqez bi ser kevin. Bimre faşîzm, bijî têkoşîna me ya azadiyê.” 

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî li pêşiya Peykerê Boga ji hêla bi dehan polîsan ve hatin dorpêçkirin. Parlamenteran dirûşma “Bimre faşîzm” berz kirin. 

‘Na ji dagirkeriyê re’

Koma Dayikên Aştiyê ku li rawestgeha Marmarayê ya Kaniya Ayrilikê bû, ber bi Peykerê Boga ve dest bi meşê kir. Girse, dirûşmên “Bijî berwxedana Rojava”, “Na ji dagirkeriyê re, aştî a niha” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. 

‘Em ê di her firsendê de bibêjin azadî’

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek di bin dorpêçê de axivî û wiha got: “Rakirina tecrîdê, tesîskirina aştî û azadiyê ye. Gelo li Girtîgeha Îmraliyê kîjan hiqûq di meriyetê de ye? Em bi vekirî ji wezîrê dadê dipirsin; gelo girtîgeheke li derveyî sînorên Tirkiyeyê ye? Îmrali li ku ye? Hûn dê rê bidin ku malbat û parêzên birêz Ocalan pê re hevdîtinan bikin.” 

Bi domdarî Çîçek bertek nîşanî astengkirina polîsan da û ev tişt anî ziman: “Aqilê komploger careke din rûyê xwe yê faşîst li qada Kadikoyê nîşanî me da. Em ê di her şert û mercan de bi israr vê rastiyê vebêjin; Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li Tirkiyeyê li dijî gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd hatiye kirin. Ji roja komployê heta niha vî welatî nekariye xwe ji xizanî û hejariyê rizgar bike. Çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk, tê wateya ku li Tirkiyeyê xizan û hejar nemînin. Tê wateya bilindbûna hêza kirînê û qelîteya di perwerdeyê de. Tê wateya mafê aştiyê û pêşeroja jin û ciwanan. Li dijî feraseta ku dixwaze gelan bi hev bide qirkirin û bi rêya dijminatiyê berîkên xwe tije dikin, em ê her tim xwişk-biratiya gelan biparêzin û em ji bo paratina hêviya jiyanê li vê derê ne. Em ê di her firsendê de bibêjin azadî û aştî.”

Girseya ku parlamenter jî di nav de bûn, li dijî tecrîdê dirûşm berz kir û derbasî avahiya Rêxistina HDP’a Kadikoyê bû.

Ji Îmraliyê re silav şandin

Koma ku aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de jî ji Parka Yogurtçuyê bi çepik û tililiyan dest bi meşê kirin. Di dema meşê de komê dirûşmên “Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin. 

Polîsan, gelek çalakvanên ku hatin pêşiya Peykerê Bogayê derb kirin û binçav kirin. Di dema binçavkirinê de çalakvanan dirûşma “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kirin. Hat zanîn ku hinek kesên li kafeyan rûdiniştin jî ji piştve hatin kelemçekirin û binçavkirin.