Li Stenbolê atolyeyên jineolojiyê despê dikin

Xebatên tomarkirina atolyeyên jineolojiyê yên 15’ê Îlonê li Stenbolê despêkirî dê heta 1’ê Cotmehê dewam bike û paşê jî dest bi xebatê bê kirin.

Navenda Nûçeyan- Xebatên tomarkirina atolyeyên jineolojiyê ya ku li Stenbolê dest pê kirî, tê payîn 1’ê Cotmehê biqede. Di bernameya atolyeyan de dê gelek mijarên wekî "çima jineolojî", "li ser hebûna jinê perspektîfa dîrokî" û "hevjiyana azad" cih digirin. Qeydên ku 15’ê Îlonê dest pê kiribûn, dê di 1’ê Cotmehê de bi dawî bibin. Bernameyên serdemî yên atolyeyan dê li navçeyên Aksaray û Kadikoyê dest pê bikin jî hatin eşkerekirin.