Li Spanyayê 39 milyon kesan ji bo mirovên oldar ên mêr heman îfadeyê dan

Li Îspanyayê ji sedî 0.6'ê mirovên mezin, ango nêzî 39 milyon kesan gotin ku zarok ji aliyê mêrên oldar ve rastî tacîza zayendî yan jî tecawizê hatine.

Navenda Nûçeyan- Komîsyoneke serbixwe ya li Spanyayê hat avakirin diyar kir ku li welat ji 200 hezarî zêdetir zarok rastî tacîz û tecawiza mêrên oldar ên katolîk hatine lê bi anketekê diyar bû ku hejmar ji vê yekê pir zêdetir e.

Li welat lêpirsîna yekem a di vê mijarê de ji aliyê rojnameya El Paisê ve di sala 2018’an de hat destpêkirin. Ji wê dîrokê ve heta niha têkildarî hezar bûyerên ku dihat îdiakirin lêpirsîneke li ser daneyan hatibû destpêkirin. Rapora yekem a li ser mijarê di sala 2021’ê de hatibû weşandin.

Ji aliyê Kongreya Îspanyayê ve sala borî, raporeke ku ji 700 rûpelan pêk dihat, anketek li ser 800 hezar kesan hatibû amadekirin. Li gorî vê ji sedî 0.6' ango 39 milyon kesên temenê wan mezin li welat gotin ku zarok, ji aliyê mêrên oldar ve rastî tacîz û tecawizê hatine. Di raporê de îfadeyên 487 kesên ku vê yekê hatiye serê wan jî hatibûn girtin.

‘Rastiya tişta ku nedihat axaftin derket holê’

Bi raporê re hat xwestin ku ji bo kesên vê yekê jiyane fon were dayîn. Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez daneyên raporê ji aliyê demokrasiya welat ve weke “xala werçerxê” pênase kir û got: "Em niha welatekî baştir in lewre rastiyeke ku her kes bi salan bû dizanibû lê kesê behs nedikir hebû. Qet nebe îro ev rastî derket holê.