Li siyasetmedar Berna Çelîk îşkenceya lêgerîna tazî kirin

Hevseroka HDP'a Îzmîrê Berna Çelîk, piştî ku hat giritn li girtîgehê gardiyanan îşkenceya lêgerîna tazî lê kiriye.

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Berna Çelîk ku di 6'ê Cotmehê de li Îzmîrê hat binçavkirin û piştre ji aliyê dadgehê ve hat girtin, piştî ku şandin girtîgehê îşkenceya lêgerîna tazî lê hat kirin. Hat diyarkirin ku Berna ya ku bertek nîşanî îşkenceyê da, ji aliyê gardiyanan ve bi gotinên zayendperest re jî rûbirû maye.

Hat ragihandin ku polîsên TEM'ê bi Berna Çelîk re heta qawîşê lê dimîne çûne.