Li Siûdiyê îşkence li girtiyên siyasî tê kirin
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku dewleta Siûdî li girtiyên siyasî îşkence dike. Rêxistina Çavdêriyê, gotinên gardiyanê girtîgehê ku diyar kiribû li dijî girtiyên siyasî îşkence heye wekî "dîmenên xemgîn" binav kir.
Navenda Nûçeyan- Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, dewleta Siûdî bi îşkencekirina girtiyên siyasî tawanbar kir. Rêxistina çavdêriyê da zanîn ku hikûmeta Siûdî nikaribûye bi rengekî serbixwe û pêbawer lêpirsînê li ser îdiayên ku rayedarên Siûdî îşkence li çalakvanên mafên jinan û yên din ên di destpêka 2018’an de hatine binçavkirin bi derbên elektrîkê, lêdan, qamçî û tacîza zayendî jî di nav de îşkence dike bide destpêkirin."
Di Çileya 2021’ê de, rêxistina çavdêran ragihand ku wan peyamek ji kesê xwe wekî gardiyanê di zindaneke Siûdî de girtiye, wî di peyama xwe de diyar kiriye ku di nîvê sala 2018’an de bûye şahîd ku li girtiyên siyasî yên naskirî êşkence û muameleya xerab hatiye kirin. Gardiyanek nivîsandiye ku ew bûye şahidê "tacîza zayendî ya sosret" li hemberî çalakvana navdar ê mafên jinan Loujain al-Hathloule.
Têkildarî mijarê gardiyan wiha gotibû: “Wan dixwestin wê rûreş bikin. Henekên xwe bi wê dikirin, dixwestin destên xwe bixin bin kincên wê û tacîz bikin.”
Hathloul, digel çalakvanên din ên jin, di 15’ê Gulana 2018’an de bi tawana "hewldana têkbirina Qraliyryê " hat girtin. Piştî ku Kanûna borî ji pênc salan zêdetir cezayê hepsê girt, di meha Sibatê de bi şert serbest hat berdan.
Gardiyanek din gotibû ku çalakvaneke jin di dema îşkenceyê de hişê xwe winda kiriye û wiha nivîsîbû: “Em hemû tirsiyan. Em ditirsiyan ku bimre û berpirsiyariyên wê em bin lewre li gorî talîmatê diviyabû girtiyên mêr an jî jin di bin çavan de neyên kuştin."
Werger: JINHA