Li Siûdiyê di nava hefteyekê de du jin hatin kuştin
Li Siûdiyê bûyerên kuştina jinan bi destên hevjînên wan dubare dibin. Jineke Siûdî ji hêla hevjînê xwe ve li bajarê Mekeyê hat kuştin. Ev bûye bûyera duyemîn li Siûdiyê di nava hefteyekê de çêdibe û jin ji hêla hevjînên xwe ve tên kuştin.
Navenda Nûçeyan- Di 11'ê Tebaxê de polîsên Siûdî ragihandin ku wan kesekî ku bi kêran êrîşê jin û kurê xwe kiribû û di encamê de hevjîna hatibû kuştin û kurê wî jî birîndar bûbû.
Li ser rûdana bûyerê berdevkê medyayê yê polîsên bajarê Mekkeyê diyar kir ku piştî rayedarên ewlehiyê hatin agahdarkirin ku jinek û kurê wê ji hêla hevjînê xwe ve bi kêran rastî êrîşê hatine dest bi lêpirsînê kirine her wiha ev bûyera kuştinê di encama nelihevkirina di navbera wan de bû sedem ku jin jiyana xwe ji dest bide û zarok jî birîndar bibe.
Di heman demê de berdevkê medyayê yê polîsên bajarê Mekkeyê piştrerast kir ku tawanbarê ku 40 salî ye ji aliyê polîsan ve hatiye girtin û ew şandine Dozgeriya Komarê.
Tê zanîn ku ev sûcê duyem e di nav hefteyekê de li Siûdî diqewime. Hefteyek berê mêrek bi wesayîdê pê li hevjîna xwe kiribû û di encamê de jiyana xwe ji dest dabû.